Li Şamê bi roketan êrîş hat kirin: Birîndar hene
Di êrîşeke roketî ya li ser malekê li navenda Şama paytexta Sûrîyeyê de, herî kêm kesek birîndar bû.
Ajansa nûçeyan a fermî SANA ragihand ku dengê teqînan li taxa Mezze ya Şamê hatiye bihîstin.
Li gorî medyaya herêmî, sê teqîn li taxên Mezze 86 û Mezze Villas West hatine bihîstin. Li gorî raporên medyayê, çend roketan qata sêyemîn a avahiyek nêzîkî Supermarketa Fadi li Eyn el-Krum hedef girtine, dema ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyê dever dorpêç kirine. Çavkaniya rastîn a êrîşa bi roketan hêna nehatiye zanîn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di teqînê de ku çavkaniya wê nehatiye diyarkirin, qurbanî hene, di heman demê de ambulans û ekîbên parastina sivîl veguhestina birîndaran berdewam kirin û tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Rêyên Mezin ve hat belavkirin, li Sêwasê hinek rê ji ber berf û bapûka zêde ji hinek wesayîtên giran û mezin re hatin girtin.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4,1an de erdhejek pêk hat.
Li Datçaya navçeya Muxlayê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.