Di operasyonên ku li Stenbolê hatin lidarxistin de Wekîlên Şaredarên CHPê Kartal û Ataşehîrê jî di nav de 10 şikdar hatin binçavkirin.
Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê diyar kir ku endamên rêxistinê di çarçoveya "Lihevkirina Bajaran" a ku hat diyarkirin di bin rêveberiya PKK/KCKê de ne, li şaredariyan hatine bicihkirin.
Ji bo 10 şikdarên ku li 9 şaredariyên Stenbolê bi sernavên "Endama Meclisa Kar", "Endama Meclisa Navçeyê", "Endama Meclîsa Jinan", "Endama Meclîsa Giştî", "Endama Komîsyona Çand û Hunerê" û "Endama Delegeyê" biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di operasyonên ku li 12 taxên Stenbolê hatin kirin de Wekîlê Şaredarê Kartalê C.Y, Alîkarê Şaredarê Ataşehîrê L.G, Endamê Meclîsa Şaredariya Ûskudarê B.K, Endamê Meclîsa Şaredariya Sancaktepeyê E.G, Endamê Meclîsa Şaredariya Fatîhê G.A, Endamê Meclîsa Şaredariya Tûzlayê H.O., Endamê Meclîsa Şaredariya Adalar N Endamê Meclîsê T.Ş. û Î.P.yê ku hat diyarkirin bi Şaredariya Beyoglûyê re di nava têkiliyê de ye hatin binçavkirin.
Hat gotin ku lêgerînên di avahiyên şikdaran de didomin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber barîna berfê yê li navçeyên Esenyurt û Arnavutkoyê dibistan îro hat tetîlkirin.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku li Stenbolê di operasyona dijî komeke sûcên organîze ku dermanên sexte çêdikin de dermanên qaçax ên penceşêrê yên ku bihayê wan 2 milyar lire ye hatin bidestxistin.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 5,2an de erdhejek hat meydanê.