Li Stenbolê 207 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin

Li navçeya Esenyurta Stenbolê, di operasyona li dijî bazirganîya tiryakê de gelek maddeyên hişbir hatin bidestxistin.
Wezîrê Karên Yerlîkaya Alî Yerlîkaya, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanî da.
Wezîr Yerlîkaya, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku di operasyona ekîbên Micadeleya Sûcên Narkotîk a Midûrtîya Ewlehî ya Stenbolê de 207 kîlo metamfetamîn û 98 kîlo maddeyên kîmyewî ku di maddeyên hişbir de têne bikaranîtin hatin bidestxistin.
Di operasyonê de 2 kes hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji bona ku ambargoya li ser Xezzeyê û polîtîkayên qetlîam û birçîhiştinê ya rejima îşxalker berdewam dike, were şikandin ji welatên cuda yên cîhanê nêzê sed keştîyên alîkarîyê wê derkevin rê.
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê, mînîbûseke gerê ku ji Erziromê diçû Mîdyada Mêrdînê qulipî. Di qezayê de yek jê pitikek 5 mehî 7 kes birîndar bûn.
Li Mûşê, bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş E” ku ji teref Komeleya Evîndarên Pêxember ve hatibû destpêkirin hat temamkirin.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4,3yan de erdhejek pêk hat.