Li sînora Îranê 81 kîlo tiryak hat bidestxistin
Wezareta Parastina Netewî, daxuyand ku di operasyona ku li sînora Îranê hat lidarxistin de 81 kîlo û 133 gram maddeyên tiryakê hatin bidestxistin.
Li gorî daxuyanîya ku li ser hesaba medyaya civakî ya Wezaretê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku li sînora Îranê xebatên lêgerînê hatin kirin, di encama vê fealîyetê de hat dîtin ku di nav 3 çewalan de 81 kîlo û 133 gram maddeyên tiryakê hene.
Hat destnîşankirin maddeyên ku hatin bidestxistin, ji bona ku karê hewceye were kirin ji Fermandarîya Cendermeya Navçeya Şemzînanê re hat teslîmkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,8an de erdhejek pêk hat.
Piştî xebatên binesaziya gaza xwezayî li navçeya Cizîr a Şirnexê, bêkarbûna kolan û rêyan bûye sedema nerazîbûna raya giştî. Serokê Navçeya Cizîr a HUDA PARê Reşît Gozungul bal kişand ser nebûna plansaziyê di xebatê de.
Li Çîyayên Pîrana ku li navçeya Şankuşa Dîyarbekirê ye, berfa ewil a demsalê ket xwarê, çîya bi berfê spî bû.