Li temamê welat rewşa hewayê
![Li temamê welat rewşa hewayê Li temamê welat rewşa hewayê](/img/NewsGallery/2025/2/7/441414/FeaturedImage/8a604d8f-c2e4-40eb-966c-c3928d525917.webp)
Tê texmînkirin ku îro li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, başûrê rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Kahramanmaraş, Osmaniye, Eskîşehir, Çankiri, Konya, Mûş û Bedlîsê şilope û berf bibare.
Li gor nirxandinên ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatin kirin îro li seranserê welêt hewa wê qismî û pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, li başûrrojavayê Rojhilatê Anadolîyê, Başûrê Rojhilatê Anadolîyê û derdora Mereş, Osmaniye, Eskîşehîr, Çankiri, Konya, Mûş û Bedlîsê wê dem bi dem şilope û berf bibare.
Serê sibê û bi şev qeşa û cemed û car caran jî mij li navend û rojhilat tê pêşbînîkirin.
Li bilindahiyên herêma Rojhilatê Behra Reş û qûntarên bilind û asê yên Rojhilatê Anadolîyê talûkeya berfê heye.
Tê texmînkirin ku di germahiya hewayê da guherîneke berbiçav çênebe û li seranserê welêt ew ê di bin normên demsalî da bimîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Umudê ya ku di salvegera 2yemîn a erdheja 6ê Sibatê de jî didomîne, kolîyên xidayê belavî malbatên xwedî îhtîyac kirin.
Di rapora lêkolîna herêma erdhejê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat hazirkirin de, di rewşên wek erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ên ku di 6ê Sibata 2023an de li Bazarcix û Elbîstana navçeyên Mereşê pêk hatin de, li 11 parêzgehan wêraniyên ku ji ber erdhejê pêk hatin û di erdhejê de piştî erdhejê çi hatin kirin, hat nîqaşkirin.
Li Antalyayê di operasyona "Hucre-9" a li dijî rêxistina sûcê organîze de 15 kes hatin girtin û nêzî 200 milyon TL yên şikdaran hatin bidestxistin.