Di qezaya ku li Edeneyê mînîbusa serwîsê û wesayîtek li hev qelibîn de kesek canê xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza li Bûlwara Mamosteyan û Kolana Kiyiboyu ya navçeya Seyhana navendê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbusa serwîsê ya ku M.K. diajot û wesayîta ku E.O diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de kesekî di mînîbusê de canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên li bajêr rehatin rakirin. Kesê ku di qezayê de canê xwe ji dest daye jî ji morgê re hat rakirin.
Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Evîndarên Pêxember ku ji ber munasebeta meha Mijdarê meha sehabiyane bi mijara “Stêrkên ku Rêya me Ronî dikin” bername lidarxist, li Diyarbekira bajarê sehabîyan bernameya Seîd bîn Zeyd pêk anî.
Di encama qezaya ku li Bartinê pêk hat de 5 xortan canê xwe ji dest dan.
Abbas Iraqçîyê Wezîrê Karên Derve yê Îranî ji bo hinek hevdîtinan diçe Tirkîyeyê.