Weqfa Evîndarên Pêxember ku ji ber munasebeta meha Mijdarê meha sehabiyane bi mijara “Stêrkên ku Rêya me Ronî dikin” bername lidarxist, li Diyarbekira bajarê sehabîyan bernameya Seîd bîn Zeyd pêk anî.
Bernameya ku li Mizgefta Dîclekenta li navçeya Kayapinara navenda Diyarbekirê hat kirin, bi tîlaweta Qur’ana Kerîma ku Serhat Toprak xwend destpêkir.
Piştî qasîde û sitranên ku hunermedên Ozlem Ajansê bideng kirin îlahîyatvan Cengîz Aydin derheqê girîngîya rojê de axaftineke kir.
Aydin qala taybetmendiyên eshabîyan kir û got, “Xweda teala cileke îmanê şand dinyayê. Provaya vê cilê jî li ser eshabê Pêxember eleyhîsselam kir. Ewana cil ewqasî xweş li xwe kirin ku Xweda teala navê wan bi şiklekî ku mirovên piştî wan hat wan ji xwe re weke mînak bigirin xiste nava Qur’ana Kerîm. Eshabî jî weke me însanên ku xeta dikirin bûn lê Xweda xetayên wan ji 7 qat ezmanan rast kir. Xweda ji bo wan got, ‘Xweda ji wan razî ye, ew jî ji Xwedê razî bûn.’”
“Ger bavekî ji çirava kufrê xwe sipartibe hîdayetê, Xweda zehî nake”
Aydin derheqê Seîd bîn Zeydê ku bi cennetê re hatibû mizgînkirin agahî da û werê dewam kir:
“Emir îbnî Nufeylê ku bavê Seîd bîn Zeyd bû, yek ji wan 5-6 kesên ku li Mekkeyê mensûbê dînê henîf bûn bû. Pêxemberê me, bavê Zeyd berîya nubûwetê nas kiribû. Rojên Zeyd îbnî Emr di nava cahiltîya Mekkeyê de dewam dikir lê ew her roj heqîetê ji wan re digot. Rojekî derket ser Çîyayê Hîrayê, destê xwe vekir û got, ‘Ya Rebbî ez nizanim ku ez çawa îbadetê li te bikim. Min zaniba ku ezê çawa îbadetî te bikim minê her şev û roj îbadetî te bikirama.’ Rojekî jî bi destê Seîd bîn Zeyd girt, li kêleka Beytullahê dua kir û got, ‘Ya Rebbî tu jî dizane ku ez ji bo hatina pêxemberê axir zeman dimirim. Diyare ku ez nagihîjim hatina pêxemberê axir zeman. Ya Rebbî ji bo xatirê emel û îbadetên min kurê min Seîd bîn Zeyd bigihîjîne dîtina pêxemberê axir zeman. Ger bavekî ji çirava kufrê xwe sipartibe hîdayetê, Xweda wê zehî nake. Xweda dua wî qebûl kir.”
“Pêxember tevî ku beşdarî şer nebû jî ew di nav sehabeyên Bedrê de jimartin”
Aydin behsa bûyera Hz. Umer û Seîd bîn Zeyd kir û got, “Hezretê Omer dema li ber deriyê birayê xwe ayetên sûreya Taha bihîst, kete malê û li zava û xwişka xwe xist. Piştî ku xwişka wî îmana xwe eşkere kir û li dijî wî derket, Hezretî Umer li wir bû Misilman. Pêxember eleyhîsselam di dewra Mekke û Medîneyê gelek ji Seîd bîn Zeyd îstîfade kiriye, Zeyd jî bi Pêxember re hîcretî Medîneyê kiriye, beşdarî gelek serîyye û xezweyan kiriye. Pêxember eleyhîsselam li Bedrê erka îstîxbarate dide Seîd bîn Zeyd û Talha bîn Ubeydullah û bi agahîya ku ew ji wir tînin herba Bedrê çêdibe. Herçiqas ew beşdarî vê herbê nebûbin jî Pêxemberê me eleyhîsselam ji wan re rewşeke îstîsnaî kiriye û ji 316 behra şer ve behr daye Seîd bîn Zeyd û Talha bîn Ubeydullah û wan ji eshabê bedrê hesibanyie.”
“Teklîfa walîtîya Şamê red kiriye, herb kirina li qadên cîhadê tercîh kiriye”
Aydin behsa bûyera Seîd bîn Zeyd ê ku li Uhudê qewimîye kir û got, “Demaku eshabîyan ji bo herbê diçûn Çîyayê Uhudê xwediyê bexçeyekî heqaret li Pêxemberê me dike. Dema ku her kesê li wir ji Pêxember me benda emrekî ye Seîd bîn Zeyd ew heqaretan qebûl nake û zilam dikuje. Seîd bîn Zeyd di temamê herban de weke sîhê Pêxember wî teqîb kirîye.
Piştî wefata Pêxember eleyhîsselam jî sadiqîya xwe li xîlafeta Hezretî Ebûbekîr aniya û gotiye, ‘Pêxemberê me min di kîjan karan de dabe erk kirin tenê bêj e… ezê di heman qîmetê de dewam bikim.” Di dema herba Yermukê de Seîd bîn Zeyd zeyd çevekî xwe winda kiriye û teklîfa walîtîya Şamê red kir, herb kirina li qadên cîhadê tercîh kiriye.”
Bername bi duaya ku Abdulhakîm Avut kir bidawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya ku li Edeneyê mînîbusa serwîsê û wesayîtek li hev qelibîn de kesek canê xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.
Di encama qezaya ku li Bartinê pêk hat de 5 xortan canê xwe ji dest dan.
Abbas Iraqçîyê Wezîrê Karên Derve yê Îranî ji bo hinek hevdîtinan diçe Tirkîyeyê.