Mînîbûs û wesayît li hev qelibîn: 2 mirî, 7 birîndar

Li navçeya Alanyaya Entelyayê mînîbûs û wesayît li hev qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li çarrêya D-400 a Taxa Turkler a navçeya Alanyayê pêk hat.
Di qezaya ku mînîbûs û wesayît li hev qelibîn de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re tekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar, ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Cesedê mirovên ku canê xwe ji dest dane ji morga Şaredarîya Alanyayê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji teref Midûrtîya Şûbeya TEMê ve di koordînasyona Serdozgerîya Komarîya Entabê de li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin, di encama operasyonan de 225 kes hatin qefaltin.
Li parêzgeha Kirmaşanê ya rojhilat, di qezayeke trafîkê de 8 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li Çeneqqeleyê otobûsa rêwîyan, qamyonek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.