Nivîskar Îbrahîm Guçlu: Meseleya Kurd ne bi PKKê re divê bi gelê Kurd re were çareserkirin
Nivîskar û hiqûqnas Îbrahîm Guçlu, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de, bang li hikûmetê kir û got, “Gelo hûn dixwazin meseleyê bi Kurd re çareser bikin? Ev rê, ne rê ye. Divê hûn bi Kurdan re çareser bikin. bi gelê xwe re çareser bikin.”
Nivîskar û hiqûqnas Îbrahîm Guçlu di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve li Wanê tê tertîpkirin axavtinek lidarxist.
Guçlu di axavtina xwe de îfade kir ku Komxebat di merhaleyekî gelek girîng de tê tertîpkirin û got, “Komxebat, di merhaleyeka pir girîng de çêdibe. Yanê ya yekemîn îro mirov bide berhevdu bi du tiştan ji hev cuda ye. Yek ya merhaleye cuda ye ya duyemîn jî naverok ji hev cuda ye. Merhaleya ku em jê derbas dibin merhayeleyk gelek girîng e. Merhaleya ku dewleta Tirk, hemû parazvanên dewletê ve, bi piştgirîya Abdullah Ocalan diwazin ku Meseleya Kurd dîsa binperde bikin, têk bikin. di komxebata me de jî ew ê ev were nîqaşkirin. HUDA PARê di vê merhaleyê de rolekî wan ê girîng heye, ew îro di Komîsyona Meclîsê de ye. Û partîya yekemîn e ku firsedek mezin heye ku helwesta xwe di komîsyonê de, bi hemî alîyên Kurdistanî re bighê hevdû bi wan re yek bibe.”
Guçlu weha berdewam kir, “Îro konsepteka Mustafa Kemal Atatirk sed sal berê ava kiribû, di vê merhaleyê de ji nû ve dixwazine ku organîze bikin, ji nûv e dewletê ava bikin, makezagonekî ava bikin, makezagoneka ew car dîsa li gorî qenaeta xwe, wek Kemalîstan, Nasyonalîstên muqaddes ku piştgirîya nîjadperestên Tirkan dikin bi Îslamîya va dixwzin piçek bingeha wê fireh bikin. lê dîsa Kurdan tune bikin û wan qebûl nekin. Ji bo vê, HUDA PAR divê ku rola xwe ya dîrokî bileyîze, hemî kes gohê xwe dide we.”
Guçlu îfade kir divê ku tiştên di komîsyonê de têne axavtin ji derve de neyê nîqaşkirin, “Hûn ji derve ve divê bi vê şeklê lê mêzebikin. Îro di Komîsyonê de tiştên ku tên minaqeşekirin, divê dê li derve neyê minaqeşekirin. Mînak dayîka Kurd bi Kurdî axivî reaksîyonek hate nîşandan. Mînak biraderekî me yê Îslamî , tiştekî gelek xwezayî got ku Kurd jî qasî Tirkan xwedîyê maf in û xerabîya ku PKKê kirîye ji dewletê ji zêdetir hûn dixwazin bi PKKê re vê meseleyê çareser bikin ev ne rêye. Divê ku hûn bi Kurdan re çareser bikin. Bi gelê xwe re çareser bikin, bi Kurdistanîyan re meseleyê çareser bikin. Ji vê meseleyê xwezayîtir tiştek heye gelo?
Ew protesto kirin, civînê terk kirin. Divê ku di van meseleyan de HUDA PAR rola xwe gelek girîng bileyîze. Heger ew rola xwe bi girîngî leyîst, dikare bibe partîyeka mezin, dibe bibe parîtyek wek Partîya Demokratîk a Kurdistanê ya ku Serokê wî Mesud Barzanî ye. Ya jî ew jî wê bibe partîyeke marjînal, bes komekî Îslamî biçûk an jî kurdperwer ku piştgirîya wan dikin.”
Guçlu îfade kir ku meseleya Kurd tenê ne meseleya “Îslamîyan” e û dûre weha got, “Ez hêvîdarim ku HUDA PAR vê rola xwe bileyîze. Çîmkî mentalîteya wan jî ji vêya re musaît e. Binêrin ew gotine Çareserîya Însanî. Yanî meseleya Kurd ne meseleya bes Îslamîyeyan e. Mesele ne Îslamîye jî. Mesele ne meseleya mezhebekî an sunnîyan, an jî ne ya elewîyayene. Ne bes yê Rojhilata Navîn e, yan jî Tirkîyeyê yan gelê Tirk e. Ji bo vêya ev nerînekî, perspektîfekî gelek girîng e. Ew li ser dînan û li ser mezheban li meseleyê mêze dikin. Ev vîzyon, vîzyona Kurdperwer her Kurdekî û her Kurdistanîyekî ye.”
Îbrahîm Guçlu îfade kir ku derheqê girîngîya zimanê dayîkê de jî axivî û got, “Herî dawîn ez dikarim bibêjim ku, xebata ji bo çanda Kurdî tê kirin, niha wê di rûniştinan de jî werin minaqeşekirin. Hêvîdarim ku ji niha şûn ve HUDA PAR jî kar û barê xwe bi Kurdî bimeşîne. Netîce gel ziman e. Ji bo vêya dewleta Tirk di destpêkê de xwest ku zimanê Kurdî ji holê rabike. Îro jî divê Kurd zimanê Kurdî nediaxivin ji ber ku ne milletek e. Divê ku HUDA PAR di vê meseleyê de jî pêşeng be. Ji hevalên ku Kurdî nizanin re wergerê bikin.
Lê ziman têk biçe gelê Kurd têk diçe, dema ku gelê Kurd têk çû Kurdistan têk diçe. Heger Kurdistana Bakur têk biçe, li Rojavayê ku îro dixwazine ku her tiştekî xerab bike dewleta Tirk ku vêya jî bi piştgirîya Abdullah Ocalan dike. Bes bi Kemalîstan piştgirîya wan dikir, Kemalîstan bi Kurdan re şer dikir 50 sal berê. Lê hezar mixabin îro bi piştgirîya Îslamîyan, bi piştgirîya nîjadperestan, lîberalan, çapan û Kemalîstan vî karî dikin. Konsesûsek çêbûye ku Kurdan têk bibin. HUDA PAR divê di vê meseleyê de haydar be, Kurdperwer haydar bin û Kurdîstanî haydar bin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di encamnameya “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” ku ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve hat belavkirin de bal hat kişandin; divê meseleya Kurd ji nerîna bes ewlehîyê were derxistin, çareserîya meseleyê bes ne tenê aştîya hindir; lê belê ji nû ve avakirina şiûra ummet û îstîqrara herêmî re jî mifteyek e.
Parlamenterê HUDA PARÊ Serkan Ramanli, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Em ê bibine şirîk desthilatdarîyê ku em karibin desthilatdarîyê de bibine şirîk, em ê bighîjîne heq û mafê xwe jî. Rê bellî ye. Rê rêya sîyasetê, rêya meşrû û rêya sîvîl e.”
Dr. Sirri Şik, Muftiyê Wanê di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de got, "Dema ku mirovahî an jî Ummet li dû pirsgirêkên xwe ye, divê em ji bîr nekin ku Îslam, di heman demê de ku em hewl didin ku di warê nirxên mirovî an jî nirxên Ummetê de bigihîjin astek diyarkirî ya hevgirtinê, bi destûra Xwedê, tu kesî ji me neçarî bêçaretîyê nake."
Prof. Dr. Abdulhadi Timurtaş, Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yıl, di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd" de got, "Zimanê Kurdî gihîştiye astek ku amade ye û dikare bibe zimanê pergalek perwerdehiyê ya berfireh."