Omer Çelîk: Serokkomarê me, wê di sibeha Şemîyê de axavtineke dîrokî bike

Berdevkê AK Partîyê Omer Çelîk, bang kir ku ew ê Serokkomar Erdogan di sibeha şemîyê de “axavtineke dîrokî” bike û ji hemû weleatîyan xwest ku vê axavtinê bişopînin.
Berdevkê AK Partîyê Omer Çelîk, di daxuyanîyake ku di weşana zindî ya NTVyê de da de, destnîşan kir ku di micadeleya bi terorê re de ketine merhaleyeke krîtîk, û daxuyand ku ew ê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di sibeha şemîyê de “axavtineke dîrokî” bike.
Çelîk, îfade kir ku ew ê ev axavtin tenê meseleyên di rojevê de ne di nav xwe de nehewîne, wê di heman demê de derheqê projeya “Tirkîyeya Bêteror” de ku ji polîtîkaya dewletê re veguherîyaye de jî peyamên muhîm bide.
Çelîk, destnîşan kir ku ew ê hûrgilîyên pêvajoya çekdanînê bi komîsyoneke ku ji teref Meclîsê ve were damezrandin were bidestxistin.
Omer Çelîk weha got, “Serokkomarê me wê di sibeha şemîyê de, axavtineke dîrokî bike. Em bang li hemû welatîyên xwe dikin ku bila vê daxuyhanîyê gohdar bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Kaş a Entelyayê, qamyonek gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, qezayeke trafîkê çêbû, di encama qezayê de 1 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Herêma Kurdistanê bûye navenda aloziyan. Aloziyên di navbera Partiya Demokrat a Kurd (PDK) û eşîra Herkî, ku yek ji eşîrên herî tesîrdar ên herêmê ye, ji şerê çekdarî re zû veguherî.