Li Taxa Dulkadîrogluya Mereşê di qezaya ku otobûsa rêwîyan û qamyona kolandinê li hev qelibîn de 11 kes birîndar bûn.
Qeza, li Kolana Bûglekê ya Taxa Yeşîltepeyê pêk hat.
Di qezaya ku otobûsa rêwîyan û qamyoneke kolandinê li hev qelibîn de 11 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî daneyên AFADê, ji 26ê Çileyê vir ve li Behra Egeyê 754 erdhej pêk hatin. Erdheja herî mezin jî di mezinahîya 4,9an de çêbû û piranîya erdhejan li bakurrojhilata Girava Santorînîyê pêk hat.
Rûsên îşxalker û hov di du sedsalên dawî de bênavber êrîş birin li ser herêma Kafkasyayê û bi sedan Misliman şehîd, bi hezaran jî birîndar kirin. Ji ber van êrîşan egîd û qehremanên Çeçen bi salan li ber xwe dan û ala Îslamê her tim hewl dan bilind bikin ku di vê oxirê de bi sedan egîd, rêzan û rêberên xwe şehîd dan.
Di meha Sibatê ya ku wek 'Meha Şehîdan' hatîye binavkirin de dema ku dîrok vê rojê dida nîşandan Atif Xoceyê Îskîlîpî ji ber tekoşîn û jiyana xwe ya Îslamî bê hincet û binasî hat îdamkirin. Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê weha got: "Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin."
Di çarçoveya tehqîqeta ku ji teref Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê ve hat destpêkirin de, ji 46 şikdarên ku ji 47 şikdaran in û hatîye eşkerekirin ji DAÎŞê re fealîyetên aborî û rêxistînî bikartînin di operasyona ku li 4 bajaran hatin lidarxistin de hatin qefaltin.