Pêşbirka Siyerê li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran hat tertîpkirin
![Pêşbirka Siyerê li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran hat tertîpkirin Pêşbirka Siyerê li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran hat tertîpkirin](/img/NewsGallery/2025/2/9/441706/FeaturedImage/9d662125-6e31-4886-84c2-c93f9c077c11.webp)
Pêşbirka Sîyerê ya ku li çar alîyê welêt eleqeyeke mezin nîşanî hat dayîn li Stenbolê bi beşdarbûna bi deh hezaran kesan hat tertîpkirin.
Ji sala 2012yan vir ve ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li seranserê welêt pêşbirka sîyerê tê tertîpkirin ku îsal 14emîna pêşbirkê hat tertîpkirin û temaya îsal a pêşbirkê “Wî Bixwîne û Wî Bijî” bû ku li 78 bajaran zêdetirî 200 hezar kes beşdarî pêşbirkê bûn.
Pêşbirka ku ji 4 kategorîyan pêk dihat di 11.00an de dest pê kir û di seat 12.30î de bi dawî bû.
Emre Çevrîmê ji berdevkên Stenbolê yê Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê îmtîhana ku hat lidarxistin de nirxandinan kir.
Çevrîmê ku di destpêka axavtina xwe de diyar kir armanca wan hînkirina jiyana Hz. Muhammed e derbarê mijarê de wiha got: “Ji sala 2012yan vir ve em pêşbirka sîyerê tertîp dikin. Ji destpêkê heta niha eleqeyeke mezin ji pêşbirkê re tê nîşandan. Me li Esenyurtê li pênc mekteban pêşbirkê tertîp kir. Dayikan bi destên zarokên xwe girtin û ew anîn mektebê. Armanc û meqseda me ji tertîpkirina vê pêşbirkê ew e ku heyata Pêxemberê me bê hînbûn. Di netîceya pêşbirkê de gelek xelat û hedîye hene ku ji van ya herî mezin xelata umreyê ye.”
Çevrîm di dawîya nirxandina xwe de ji wan kesên ku keda wan di tertîpkirina vê pêşbirkê de hene re û ji wan kesên ku beşdarî pêşbirkê bûn re teşekkur kir.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Betlaneya mektebê ya 9 rojî qediya. 20 milyon xwendekar piştî tatîlê îro dest bi mektebê kirin.
Rûniştina KPSS Pêşlîsans a ku ji teref Navenda Bicîkirin, Bijartin û Pîvandinê ve hat tertîpkirin xelas bû.
Hat ragihandin encamên bicîkirinên yên YKSyê hatin daxuyandin.
Îmtîhana Hilbijartina Personelên Kamûyê ew ê îro bi rûniştinên Çanda Giştî û Qabilîyeta Giştî û bi zanistên perwerdehîyê dest pê bike.