Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Ger ku berxwedan nebe, azadî û pêşeroja axên Filistînê nayê garantîkirin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist û di daxuyanîyê de derheqê çend meddeyan de fikrên partîya xwe anît ziman.
Dînç, di daxuyanîya xwe de derheqê LGBT, malbat, mexdûrîyeta cotkarên ku ji qeşayê tesîrdar bûne û plana Xezzeyê ta Lûtkeya Ereban de nirxandinan kir.
Faruk Dînç derheqê sazîya malbatê û LGBTyê de îfade kir ku Îlankirina micadeleya bi ‘LGBT’yê ya ji teref Serokê RTUKê Ebûbekîr Şahîn ve çiqas jî gavekî ku dereng hatibe avêtin be jî gavekî muhîm e.
Parlamenter Dînç derheqê zewacê de jî weha got, “Hejmarê mirovên ku emrê wan ên zewacê hatine lê qet nezewicîyane gihaştîye 20 milyonî. Li welatê me 5 milyon însan bi tena serê xwe dijîn, û ev jî di warê ziîfbûna bawerîya ji malbat, zewac û xizmtîyê de wehameta encama rewşê dide ber çavên me.”
Berîya du hefte berê li çar alîyê welat qeşa çêbûbû û li navçeya Çukurovaya Edeneyê cotkar zêdetir ji vê qeşayê tesîrdar bûbûn û mehsûl hetta darên wan jî ji ber qeşayê zerarê dîtin. Dînç di vî warî de jî weha got, “Du hefte berê felaketeke qeşayê çêbû. Mêrsîn û Çukurova ji vê halê zêdetir tesîrdar bûn. Banga me ev e: Bila herêma Çukurovayê herêma afetê bê îlankirin û cotkarên me bila neponijin. Mexdurîyetên wan ji holê bên rakirin.”
“Ger ku berxwedan nebe, azadî û pêşeroja axên Filistînê nayê garantîkirin”
Dînç destnîşan kir ku plana Xezzeyê ya Misirê di warê lêkirinê de gavekî muhîm e, “Plana Xezzeyê ya Misirê ku di Lûtkeya Yekîtîya Ereban a Derasayî de ku ji teref Yekîtîya Ereban ve li Qahîreya Misirê hatibû tertîpkirin de hatîye qebûlkirin, di warê temîrkirin û lêkirina xerakirinên ku rejima teror a sîyonîst kirîye û ji nû ve lêkirina Xezzeyê de gavekî muhîm e. Polîtîkayên rejima îşxalker ku îro li Filistîn, Libnan û Sûrîyeyê bikartîne carekî din nîşan daye ku xebatên dîplomatîk û mizakereyên welatên herêmê kêm dimînin. Rejima teror a sîyonîst, bi tabiînebûna peymana agirbesta li Xezzeyê carekî din jî nîşan daye ku ew dîplomasîyê nas nake. Rêya herî tesîrdar û rêya tenê ya ku ew ê êrîşên leşkerî yên rejima teror a sîyonîst bide sekinandin û mafên gelê Filistînê biparêze berxwedana çekdarîye. Dîrok gelek caran îspat kirîye ku sîyonîst tenê bi berxwedana çekdarî gavên paş avêtîye. Gerentînekirina hebûna tevgerên berxwedanê ew ê ji bi temamî tunebûna doza Filistînê re zemînê amade bike. Divê pêvajoya lêkirina ji nû ve ya Xezzeyê, bi parastina berxwedanê re hevdemî bê meşandin. Ger ku berevajîyê vê bibe ew ê bibe sedema bidestxistina tevgereke bêsînor a rejima teror a sîyonîst li herêmê û wê bibe sedema bêîmkanîya meşandina hebûnê ya gelê Filîstînê. Ger ku berxwedan nebe, azadî û pêşeroja axên Filistînê nayê garantîkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Muhammed Ata Yaçîn di axaftina xwe ya li bernameya Mewlîd-î Nebî de weha got, "Gelê Xezzeyê wezîfeya xwe pêk anî, êdî dora me ye! Werin em piştgiriyê bidin berxwedanê, werin em bi hev re lêkirina Xezzeyê pêk bînin."
Wekîlê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di bernameya Mevlîd-î Nebî ya ku li Entabê hat lidarxistin de axivî. Demîr bal kişand ser pêşnûmaya ku ji bo sîyonîstên ku li Tirkîyeyê xwedî hemwelatiya dualî ne ji welat bên derxistin pêşnûmeya ku pêşkêşî wan kirine û weha got: "Em sîyonîstên ku beşdarî qirkirinê bûne di nav xwe de naxwazin."
Omer Çelîk Xoce di bernameya Mewlûdê ya Êlihê de axivî û got, "Hezretî Muhammed, di jîyana xwe ya 63 salî de modeleke jiyanê ya ku însanîyet jê dikaribe îstîfade bike nîşan daye. Bi zelalî di holê de ye ku di vê çaxê de hemû însanîyet mihtacê reçeteya xelasîya Wî ye.”
Bernameya Mewlûd-î Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya "Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed" ve hat lidarxistin li Êlihê bi beşdariyeke berfireh dest pê kir.