Parlamenterê HUDA PARê Demîr: CHPê, dema ku hewca wî ya rolkirinê nemîne rûyê xwe yê rastîn nîşan dide

Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, sekin û gotinên Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel a derheqê nirxên Îslamî de rexne kir, û got ku CHPê tu dem dev ji sîyaseta xwe ya îftîra û reşkirinê bernedaye.
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, derheqê rojevê de daxuyanîyên muhîm da.
Demîr gotinên Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPê wek “Bêrûmetîya ji nirxên gel re” nirxand, û bêdengîya welatên Îslamê yên li hember stratejîya îşxalkeran a li dijî Xezzeyê bi zimanekî tund rexe kir.
“Bêtehemmulî û bêrûmetîya ku ji nirxên gelê me re tê kirin bi zelalî nîşan dide”
Demîr tewra Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî rexne kir û got, “Di daxuyanîya Ozel de ku derheqê konferansekî li Zanîngehê hatîye kirin de, miftîyekî û Nurettîn Yildiz ji qelebalixê re hatîye yuhkirin ev jî carekî dinê jî nîşan dide ku pileya exlaqa wan çiqas e. Sekin û tewra serokekî giştî ya li dijî alimekî Îslamê û miftîtîya navçeyekî ji qelebalixê re dide yuhkirin, bêtehemmulî û bêrûmetîya ji nirxên gelê me re bi zelalî nîşan dide.”
“Em ji Ozgur Ozel û zêhnîyeta wî re ji li vê derê bang dikin: Derdê we li ser hinek şexsîyetan dijminatîya ji nirxên bawerî ya miletê re ye”
Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku “Ev tewra Ozgur Ozel, nîşanekî qodên CHPê yên ku nayê guhertin e.” Û dûre weha berdewam kir:
“Ev zêhnîyeta ku çawa berê jî dikir niha jî bi sîyaseta îftîra û reşkirina ji Îslam û nirxên wî re ji dijminatîya xwe paşve namîne, dem bi dem rûyê xwe veguherîne jî bi rastî di eslê xwe de tu dem guhertinekî nîşan nedaye. CHPê, dema ku hewce ji rolkirin û derewan re nebîne rûyê xwe yê rastîn nîşan dide. Em ji li vê derê bang li Ozgur Ozel û zêhnîyeta wî ya ku hinek şexsîyetên di nav raya giştî navdar in hedef digrin dikin û dibêjin: Derdê we yê esil ev e ku hûn li ser hinek şexsîyetan dijmintîya nirxên bawerîya vî miletê dikin û vêya jî ji gelan re dikin mal. Ev gel, ew ê wan kesên ku êrîşê nirxên wan dikin efû nekin. Bi tewra xwe ya ku ji hilbijartinên sala 1950 vir ve jî ji xwe vêya nîşan daye.”
"Gavek ku îradeya gelê Filistînê paşguh dike û armanc dike ku îşxalê sazûmanî bike..."
Demîr derbarê êrîşên dawî yên rejîma îşxalker a sîsyonîst li ser Xezzeyê de nirxandin kir û got, "Rejîma sîyonîst bi pêkanînên xwe yên li qadê vê yekê ji daxuyaniyê dûr naxe; bi eşkereyî hiqûqa navneteweyî, biryarnameyên NY û normên mirovî yên navneteweyî îxlal dike. Êrîşên îro yên li ser Xezzeyê nîşaneya stratejiyeke îşxalê ne ku ne tenê pevçûnên li qada şer, lê di heman demê de pêşeroja sîyasî, demografîk û îdarî ya herêmê jî hedef digire. Plana nû ya ku ji hêla kabîneya ewlehiyê ya qaşo sîyonîstan ve hatiye pejirandin, bi armanca îşxalkirina Xezzeyê ne tenê ji hêla leşkerî ve, lê bi tevahî û di her alî de hatiye amadekirin. Yek ji pêkhateyên bingehîn ên vê planê ew e ku herikîna alîkarîya mirovî bi tevahî bikeve bin kontrola Emrîkayê û rêveberîyeke wesayetê bi koordînatorên biyanî yên ku ji derve ji bo herêmê werin tayînkirin were avakirin. Ev gavek e ku îradeya gelê Filistînê paşguh dike û armanc dike ku îşxalê saz bike."
"Ev ne tenê bêkêrhatîbûneke dîplomatîk e, lê di heman demê de pirsgirêkeke dîrokî û exlaqî ye jî"
Demîr diyar kir ku hewl tê dayîn ku hêmanên berxwedanê yên li Xezzeyê ji holê werin rakirin û ew gotinên xwe weha domand:
"Sîyonîst û hevalbendên wan hewl didin ku li Xezzeyê ne 'herêmeke ewle', koloniyeke bêdeng û teslîmbûyî ava bikin. Ev pêvajoya wêrankirina sîstematîk ji ber bêdengiya kûr û bêçalakiya cîhana Îslamê gav bi gav pêş dikeve. Gelek dewlet, nemaze yên ku berpirsiyariyên garantor hene, tevî her îxlalkirina sîyonîstan hêna jî li benda pejirandina Emrîka û sîyonîstan in. Ev rewş ne tenê nekarîneke dîplomatîk e, lê di heman demê de pirsgirêkek dîrokî û exlaqî ye jî."
"Divê îtxalkirina berhemên ji rejîma sîyonîst û veberhênanên şîrketan bi lez û bez werin qedexekirin"
Demîr bi bîr xist ku rêberên welatên Îslamî li hember hovîtiya sîyonîst bêdeng mane û got, "Divê ev bêdengî êdî bi dawî bibe. Divê zextek giştî were afirandin ku gelê Filistînê nehêle bi qedera rêveberiyên hevkar re rû bi rû bimîne. Heta ku helwestek siyasî ya vekirî, tecrîda dîplomatîk û mueyîdeyên aborî li dijî rejîma sîyonîst neyên sepandin, hevkariya di van sûcan de dê berdewam bike. Divê têkiliyên dîplomatîk ên bi rejîma sîyonîst re di hemû astan de bi lez û bez werin qutkirin, balyoz werin vekişandin û peyman werin rawestandin. Divê îtxalata berhemên ku ji rejîma sîyonîst tên û veberhênanên şîrketan bi lez û bez werin qedexekirin û saziyên giştî werin boykotkirin. Divê li dijî şîrketên ku di asta navneteweyî de bi sîyonîstan re karsaziyê dikin kampanyayên mueyîdeyên qanûnî û aborî werin destpêkirin. Veguhestina herikîna alîkariyê ya bo Xezzeyê bo bin kontrola Emrîka yan sîyonîst divê were redkirin û divê korîdorên mirovî yên ewle werin avakirin. Divê hêzên berxwedana Filistînê li dijî îşxalkirina daîmî ya Xezzeyê bi awayekî leşkerî û sîyasî bi eşkereyî werin piştgirîkirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku ji teref cendermeyê ve li dijî FETOyê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 101 şikdar hatin binçavkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê ya di bin destê DEMê de heqaretê li alimên mezin ên Kurd ên Misilman dike û helbestên wan ên hêja li erdê dinivîse.
Li navçeya Kuluya Qonyayê di mezinahîya 5,2yan de erdhejek pêk hat.