Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Divê sîyonîstên duwelatî ji Tirkiyê bên derxistin

Wekîlê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di bernameya Mevlîd-î Nebî ya ku li Entabê hat lidarxistin de axivî. Demîr bal kişand ser pêşnûmaya ku ji bo sîyonîstên ku li Tirkîyeyê xwedî hemwelatiya dualî ne ji welat bên derxistin pêşnûmeya ku pêşkêşî wan kirine û weha got: "Em sîyonîstên ku beşdarî qirkirinê bûne di nav xwe de naxwazin."
Li Entabê ji bo Mewlîd-î Nebî coş hebû. Di çarçoveya bernameyê de Wekîlê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr jî beşdarî bû û di bernameyê de axaftineke balkêş kir.
Demîr bi bîr xist ku Entab di dîrokê de li dijî îşxal û mêtîngerîyê li ber xwe daye û weha got: "We bi dayîna 6 hezar û 317 şehîdan ev welat ji kafiran re nehişt. Vê ruhê wenda nekin." Demîr destnîşan kir ku bûyerên li Xezzeyê ji rewşa giştî ya ummetê serbixwe nayê nirxandin û weha got:
“Dorpêkirina Xezzeyê dorpêçkirina Ummetê ye. Îro destên ummetê girêdayî ne. 57 welatên Îslamê hene, lê yek ji wan nikare Xezzeyê biparêze. Ji ber ku serokên wan di bin kontrola emperyalîstan de ne. Bi tenê hiştina Xezzeyê wêneyê hilweşîna umetê ye.”
“Quds ji bo menfîetên welat nayê firotin”
Demîr di dewama axaftina xwe de bertek nîşanî bêhessasîyeta ummetê da û weha got:
“Îro rêvebirên welatên Îslamê nahêlin em Xezzeyê biparêzin. Çima? Ji ber ku teslîmî siyonîzm û emperyalîzmê bûne. Her tim dibêjin 'menfîetên herî bilind ên dewletê' û Xezzeyê bi tenê dihêlin. Ji bo Xwedê êsîrkirina Mescîda Eqsayê çawa li ser navê menfîetên welat tê qebûlkirin? Resûlê Xwedê di vê rewşê de teslîm nebûbû!”
Demîr diyar kir ku divê ruhê berxwedanê yê Resûlê Xwedê zindî bê hiştin û got, “Îro parastina Xezzeyê tê maneya parastin û xwedîderketina Resûlê Xwedê. Bi tenê hiştina Xezzeyê jî îxaneta li wî ye.”
“Me pêşnûmeya xwe pêşkêşî Meclîsê kir: Divê sîyonîstên du hemwelatî ji Tirkiyeyê bên derxistin”
Di axaftina wî de cîhê herî balkêş pêşnûmeya ku ji teref HUDA PARê ve pêşkêşî TBMMyê hat kirin bû. Demîr diyar kir ku divê kesên ku hem welatîyên Tirkiyeyê û hem jî yên rejîma sîyonîst in bên teşhîskirin û ji welat bên derxistin.
“Xûşk û birayên min, li Tirkîyeyê di nav me da hêna jî sîyonîst hene! Em van kesên ku şirîkê qirkirinê ne û bi awayekî nerasterast piştgirîya kuştina pitikên Xezzeyê dikin. Weke HUDA PARê me çend meh berê pêşnûmeqanûnek pêşkêşî Meclisê kir. Em dibêjin; hemwelatîbûna kesên hemwelatîyên Tirkîyeyê û yên rejîma sîyonîstin welatîbûna wan bê betalkirin! Em vê banga xwe ji li vê deêr ji nû ve dubare dikin: Em di nav xwe de sîyonîst naxwazin! Divê ev pêşnûma bi lez û bez bê qanûnkirin.”
“Parastina Xezzeyê ferz e, xwe jê dûr kirin obalek e”
Demîr di dawîya axaftina xwe de ji ummetê re vê bangê kir:
"Parastina Xezzeyê ne tenê wezîfeya gelê Xezzeyê ye. Mesulîyeta me hemûyan e. Banga cîhadê hat kirin. Ger em nekarin bi şexsê xwe biçin, em ê bi boyqot, meydan û zulmê li cihê ku lê ne, micadele bikin. Heta sîyonîzm neyê paqijkirin tu kes nikare ji vê mesulîyetê xelas bibe. Ger nebe, em ê jî ji zilmê re mesul bin."
Di dawiyê de Demîr bang li gel kir ku qadan vala nehêlin û weha got: "Bila Xezze ji rojeva we dernekeve. Dest ji meydanan bernedin. Ev pêwîstîya hezkirina Resûlê Xwedê ye."
Piştî axaftinê kevok ber bi ezmên ve hatin berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Aborîyê Mehmet Sah Gultekîn piştî felaketa cemeda çandiniyê ya ku li 36 bajaran tesîr li cotkar û hilberîneran kir, ji cotkar û hilberîneran re daxwaza başbûna lezgîn kir.
Li ser rêya Entab-Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Osman Teyfûr di bernameya Mewlîd-î Nebî ya li Êlihê de axivî û got, "Îro berxwedana bawermend û Mislimanên li Filistînê ji sîyera Hz. Muhammed hatîye îlhamkirin. Li dijî mirovahiyê ya herî hov, zalim û qetlîamker berxwedaneke Muhammedî nîşan didin."
Ji ber şert û mercên hewaya xerab li Qastamonû, Mûş, Bartin, Karabûk û Bêdlîsê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.