Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê: Em bi tevahî piştgirî didin pêvajoya bêçekkirina rêxistinê

Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Batmanê Serkan Ramanli li Meclîsê civîna medyayê li dar xist. Ramanli di beyanata ku da de got: “Em dixwazin meseleya Kurd bê çareser kirin. Kemalîzm sebeba meseleya Kurde, lewra Kemalîzm birayê Apoîzmê ye.”
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli di Meclîsê de civîna beyana medyayê lidar xisti. Derheqê Komxebata Çareseriya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd a ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de nirxandin kir.
“Ez ji herkesên ku beşdarên komxebatê bûn teşkekkur dikim”
Ramanli wiha dest bi axaftina xwe kir û got, “Ev komxebata ku me li dar xist, her çend koka tarîxî ya meseleya Kurd guhertibe jî, bi awayekî zelal û eşkere ku jî, çareserî derxist holê. Ez ji herkesên ku beşdarên komxebatê bûn teşkekkur dikim ku bi fikir, teklîf, nêrîn û heta bi amadebûna xwe hêz dan vê komxebatê.”
Ramanli bal kişand ser sebebên vê meseleya ku sed sale dewam dike û nerazîbûn nîşanê zîhniyeta kesên ku ji vê komxebatê nerihet bûne da û dewam kir:
“Ji ber ku HUDA PARê di vê mijarê de mesûlyetek pêş xist, hinek kes aciz kirin. Em baş dizanin sebeba vê nerehetiyê. Belkî heta îro tu kesî nekariye çavkaniya vê meseleyê bi zelalî eşkere bike. Çavkaniya meseleyê bi rastî hêsan û zelal e. Ev meseleya heta niha hatiye redkirin, înkarin. Rêveberiya qetlîamker a Yek-Partî ye, îro ji aliyê temsîlkarên zihniyeta ku ev mesele derxistiye tê xwestin ku were nixumandin û sebebên wê yên rastî veşêrin.”
“HUDA PARê sondxariye ku di çarçoveya Îslama ezîz de wê bi birayên xwe yên Tirk re bi hevre bijîn”
Ramanli di berdewamiya beyana xwe de îfade kir, ji ber HUDA PARê hemî perde perçe kiriye ketiye hedefa vê zîhniyetê û wiha li beyana xwe zêde kir:
“Zîhniyeta Kemalista qewimyetperest û faşîst tehamulê Kurdan nake. Ew înkar kirine, zimanê wean qedexe kiriye. Ew kirine rewşa koçberan, kêrvan, parsekvanan. Lê divê ev zîhniyet bizanebe ku, HUDA PARê sondxariye ku di çarçoveya Îslama ezîz de wê bi birayên xwe yên Tirk re bi hevre bijîn.
We jî beriya niha rapora meseleya Kurd amade kiribû. Ma we ew rojan çi zû jibîr kir? We gotibû divê ev mesele bê çareserkirin. Hûn dibêjin di zemîna HUDA PARê de nayên cem hevdu. Rast e, hûn encax di zemîna Kandîlê de tên cemhevud. Lewra hûn bi Apoîstan, Apoperestan re baş li hevdu dikin. Yanî Kemalîzm birayê Apoîst, birayê Apoperestan e.”
Ramanli got, Îslam xelkê Tirkîyeyê ji hevdu re dike bira. Ji ber ku ev tespît anîne rojevê ketiye hedefê û wiha dawî li beyana xwe anî, “Îslama ezîz em bi hevdure kire bira. Em kengî dibêjin çareserî Îslam e, kîmyaya we xira dibe. Emê we eciz bikin û vê eczibûnê jî bidomînin. Hûn nikarin bi îthamê dijimintiya bi cûmhûriyet û alê re zîhniyeta xwe binixumînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin li gelek bajaran ji perwerdehîyên ku di dawîya heftîyê tên dayîn re navber hat dayîn.
Parlementerê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemenîyê ya ku li meclîsê tertîp kir de derbarê rojevê de nirxandinan kir.
Hat ragihandin ji ber berf û bagera ku tesîra xwe didomîne Stenbol jî di nav de li 26 bajaran mekteb ji bo rojekê hatin tatîlkirin.