Rejima sîyonîst li Xezzeyê sîvîlan hedef girt: Piranîya wan zarok herî kêm 8 şehîd, bi dehan birîndar

Sîyonîstan li çend herêmên cuda yên Xezzeyê sîvîlan hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok herî kêm 8 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, li Taxa ed-Dereca Xezzeyê, sîvîlên ku li duraxê disekinîyan hedef girt.
Di encama êrîşê de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku li herêmê gelek sîvîl hebûne. Rewşa birîndaran jî piranîya wan giran in.
Xeyn ji vêya, li rojhilata Cebalîyeyê jî gelek xanî, ji teref rejima sîyonîst ve hat bomberdmankirin.
Çavkanîyên tenduristîya Xezzeyê, îfade kirin ku ji seatên serê sibehê vir ve herî kêm 52 kes şehîd bûn.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan gihaşt 53 hezar û 573an, birîndar jî bûn 112 hezar û 688an.
Tê destnîşankirin ku piranîya şehîdan zarok û pîrek in, bi sedan mirov hêna jî di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Trêna barê ku di navbera Dîyarbekir û Xarpêtê de seferê dikir, ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji rêya hesin derket.
Otobûsên gel a taybet ku li Stenbolê di çûnûhatinê de wezîfeyekî gelek muhîm dibînin, îro derneketin seferê.
Li navçeya Datçaya Mûxlayê di mezinahîya 6an de erdhejek çêbû.