Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu pêşnîyara “komîsyona jêrîn” da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna 3yemîn a Komîsyonê de destûr xwest û derheqê esasên xebata komîsyonê de pêşnîyazan da.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna 3yemîn a Komîsyona ku di çarçoveya armanca “Tirkîyeya Bêteror” de hatîye damezrandin de got, “Em dikarin pirsgirêkan bi perspektîfa temamîtî ve bikin parçe parçe û çareser bikin. Ez wisa difikirim ku ji bo çareserîya hiqûqî ya pirsgêkê, vesazkirina qanûnî û çarçoveya hiqûqî komîsyonekî jêrîn were damezrandin wê van karan bi lez û bez werin çêkirin.”
Yapicioglu di axavtina xwe de daîma balan li ser biratîyê dikişand û gotinên Saîd Nûrsî bibîrxist, diyar kir ku divê komîsyon ji bona ku ji hiqûqa biratîyê re hevkarîyê bike xebatan lidarbixe.
“Heger em bi xebatên xwe yên samîmî, serfirazbin ku bala xwe bidin çareserîyê…”
Yapicioglu derheqê esasên xebatên komîsyonê de pêşnîyazan da û destnîşan kir ku divê endamên komîsyonê rojevên xwe yên şexsî û partîyên xwe neynin komîsyonê, “Helbet her pirsgirêk divê ku were axavtin encax hebûna pirsgirêkekî an jî hêna jî neçareserbûna wê pirsgirêkê divê li ber xebatên çareserîya meseleyê astengîyekî nebe. Heger em bi xebatên xwe yên samîmî, serfirazbin ku bala xwe bidin çareserîyê wê bikaribin hêvîya bilind a derheqê vê komîsyonê de heye bicîh bînin.”
“Gelek şexis û sazî hene ku ji bona ev çareserî çênebe ji destê wan çi tê bikartînin”
Yapicioglu bal kişand ku divê endamên komîsyonê endîşeyên hev fêhm bikin, “Em ji bona biratîya ku zerarê dîtîye dîsa bînin asta wî ya berê dixebitin, divê em ji ziman û uslûba ku wê zerarê bide vê armanca xwe dûr bixin. Em dikarin pirsgirêkan bi perspektîfa temamîtî ve bikin parçe parçe û çareser bikin. Ez wisa difikirim ku ji bo çareserîya hiqûqî ya pirsgêkê, vesazkirina qanûnî û çarçoveya hiqûqî komîsyonekî jêrîn were damezrandin wê van karan bi lez û bez werin çêkirin. Em qebûl bikin ku karê me ne hêsan e. Hem li hindir hem jî ji derve ve gelek şexis û sazî hene ku ji bona ev çareserî çênebe çi ji destê wan tê bikartînin. Ez bi vê bawerîya ku hemû kesên ku di vê komîsyonê de ne dixwazin encamekî bixêr bidestbixin ev karê me yê ku ji xwe ne hêsan e zortir nekin.”
“Êdî divê em edebîyata biratîyê li paşve bihêlin…”
Zekerîya Yapicioglu gotina Saîdî Kurdî ku digot, “Mezheba min, mihabbetkirina bi mihebbetê re ye; hisûmetkirina ji hisûmetê re ye. Yanê tiştê ku ez di vê dinyayê de jê hezdikim mihabbet û yê ku ez jê heznakim jî hisûmet û edawet e.” Bibîrxist û weha dawi kir, “Ez bi daxwazîyên ku lêkirina pêşerojekî ku di dilan de kîn û hisûmet neyame, serfirazbûna temînkirina biratîyê bi nedebîyata biratîyê ji Komîsyona me re xebatên xêrê dixwazim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr di peyama “Roja Rabîaya Cîhanî ya 14ê Tebaxê” de got, “Ev derbe tenê ji Misirê re nehat kirin, wek parçeyek tarî ku heta dighêje Xezzeyê ketîye dîrokê.”
Li navçeya Hassaya Hetayê di daristanê de şewat derket, di encama şewatê de ji ber tedbîran taxên Yukaribucak û Bademlîyê hatin tehlîyekirin. Bi 173 wesayît û 470 personelan midexeleyê şewatê dê kirin.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, daxuyand ku derheqê Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel de ji ber ku heqaret li Serokkomar kirîye tehqîqat hatîye destpêkirin.