Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Karaarslan li hember provokasyona alaya LGBTÎ ya li ODTUyê bertek nîşan da
Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan, li hember nîşandana ala LGBTyê ji aliyê komekê ve di merasîma mezûnbûnê ya ODTUyê de bertek nîşan da û got, "LGBTÎ rêxistineke îdeolojîk a xirab e. Em ê heta kengî çalakiyên vê zîhniyeta qirêj tehemûl bikin?"
Nîşandana ala LGBT ji aliyê komekê ve di merasîma mezûnbûnê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) li Enqerê de bû sedema nerazîbûnê.
Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê parêzer Ahmet Karaarslan di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û rexne li wê yekê girt ku merasîma mezûniyetê bi çalakiyên wiha tê rojevê.
Karaarslan di daxuyanîya xwe de wiha got:
"Li ODTU (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn), ku divê ji ber destkeftiyên xwe yên akademîk di bin ronahiyê de be, komeke ku di merasîma mezûnbûnê de ala LGBT vekiriye, dikare çi nirxê bîne welat û gelê me? Şerm e... LGBT rêxistineke îdeolojîk a çewt e. Em ê heta kengî çalakiyên vê zîhniyeta qirêj tehemûl bikin?"
Karaarslan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê zanîngeh ji bo destkeftiyên xwe yên zanistî di bin çavan de bin û diyar kir ku ev kiryara ku tê nîqaşkirin zirarê dide nirxên civakî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Farqîn a Dîyarbekirê, piştî hewldanên lêgerînê yên ekîbên xelaskirinê, zilamekî 20 salî ku ketibû nav qenala avdanê, bi qasî 5 kîlometre dûrî cihê ku lê ketibû, di nav sîfonekê de mirî hat dîtin.
Hat îddîakirin ku li Êlihê ji ber kekê ku li saloneke dawetê hatiye pêşkêşkirin, bi qasî 150 kes ji ber jehrîbûna xwarinê nexweş ketine.
Li Meletîyê, di derengiya şevê de nîqaşa ku di navbera du koman de derketibû ji şerê çekdarî re veguherî, di encamê de du kes birîndar bûn û sê şikdarên têkildarî bûyerê jî hatin binçavkirin.
Li bajarên başûrê welat germahî gihîştiye astên rekorê.