Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, îfade kir ku divê Kurdî li Tirkîyeyê bibe zimanê fermî.
Li bajara Lîpyana Kosovayê zimanê Tirkî wek fermî hat îlankirin, Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn jî vêya mînak nîşan da û îfade kir ku divê Kurd jî bighêjin heman mafan.
Şahîn derheqê meseleyê da daxuyanîyeke niviskî belav kir, di daxuyanîya xwe de meseleya ku li Kosovayê pêk hatîye pîroz kir û weha got, “Bila ser xêrê be. Em Kurd jî li welatê xwe yê ku tê de dijîn mafekî ewakî dixwazin. Bila zimanê me bibe zimanê fermî. Em jî dixwazin vê kêfxweşîyê bijîn, pîroz bikin.”
Şahîn, bibîr xist ku li Kosovayê li gorî jimara dawîn a nifûsê li welat 19 hezar û 419 Tirk dijîn, “Digel vê reqemê li Lîpyanê zimanê Tirkî bû zimanê fermî. Ev, ji bo xûşk û birayê me yên Tirk wesîleyekî kêfxweş e. Li Tirkîyeyê jî tê texmînkirin ji 20 milyonî zêdetir Kurd dijîn. Ji ber vê yekê Kurdî jî mafekî herî bingeh e ku bibe zimanê fermî. Em Kurd jî dixwazin ku vê kêfxweşîyê bijîn.”
“Ziman ayetên Xwedê ne”
Şahîn weha got, Em dizanin ku ziman ayetên Xwedêne û tezahûrekî qudreta wî ye. Xwedayê dilovan di ayeta xwe de weha dibêje, ‘Cudabûna ziman û rengên we ji ayetên Wî ne.’ Û bi vê ayetê heqîqetê ji me re daye naskirin. Her zimanekî, emanetekî pîroz a ku rih, nasname, dîrok û çanda gelekî dide nîşandan e. Gelê Kurd jî çend esr e bi zimanê xwe, bi çanda xwe hebûye, li ser vana ji Îslam û însanîyetê re gelek xizmetan kirîye. Ev ziman, zimanê ku alimên me, micahîdên me, ewlîyayên me ji neslan re qala Îslamê kirine ye, ev ziman zimana ku di medreseyan de dersên Quranê hatîye dayîn e. Jîyandin, parasin û qîmetdayîna me ya ji vê zimanê re ne tenê meseleyekî çandî ye, di heman demê de mafekî însanî û Îslamî ye. Çîmkî nedîtina yek ji ayetên Xwedê , obalekî weka ku em Wî tune hesab bikin e û obalekî mezin e.”
“Xwedîderketina ji Kurdî re ne tenê wezîfeya Kurdan e, ew wezîfeya hemu ummetê ye”
Şahîn di dawîya daxuyanîya xwe de weha got, “Gelê kurd, di dîrokê de daîma ji Îslamê re xizmetên mezin kirîye, gelk alim û micahîdan perwerde kirîye. Em, unsurên eslî û parçeyeke ummeta Îslamê ya ku nayên veqetandin in. Jîyandin û xwedîderketina ji Kurdî re ne tenê meseleya gelekî ye, ew wezîfeya hemû ummeta Îslamê ye. Bi rastî tunebûna zimanekî, jêbirîna hafizeya gelekî ye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li avahiya parêzgehê ya partiya xwe bi welatiyan re hat cem hev û gohdarîya daxwaz û pirsgirêkên wan kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.