Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, di komîsyona “Tirkîyeya Bêteror” de pêvajoyê nirxand

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di civîna ewil a ku li Meclîsê di çarçoveya “Tirkîyeya Bêteror” de hat damezrandin de axivî û nerînên partîya xwe ya derheqê pêvajoyê de îfade kir.
Parlamenterê Stenbolê û Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di axavtina xwe ya ku di civîna ewil a komîsyonê de lidar xist de got, “Divê di gavên ku derheqê mafên bingeh û hurrîyetan de bêne avêtin jî bi tu şert û mercan re neyên girêdayîn. Heger tiştekî heq be divê bê şert were dayîn, edalet ev e.”
“Yên ku dixwazin tovê fitnê bavêjin ji Tirk re jî, ji Kurd re jî û ji Ereb re jî dijmintîyê dike”
Yapicioglu îfade kir ku damezrandina komîsyonê wek berfireh û hemû kesan di nav xwe de dihewîne gelek biqîmet e, “Ev mesele, meseleyekî ku li ser partîyana ye, ev mesele ji meseleyên dinê re were girêdayîn û pêvajo were xitimandin an jî were xerakirin obalekî giran e. Mesele mezin e, kur e, gelek warên wî hene lê çareserîya wî mimkin e; di heman demê de, ferzîyetekî ku divê neyê taloqkirin e. Ji bo çareserîyê jî du tişt hewce ye: Îradeyekî saxlem û xebatekî samîmî. Yên ku dixwazin Kurdan ji Tirkan re, an jî Tirkan ji Kurdan re an jî ji Ereban re bikin neyar, sifatê wî, navê wî, qewmê wî çi dibe bila bibe yên ku dixebitin ku tovên fitnê bavêjin û dijminantîyê har bikin ji Tirk re jî, ji Kurd re jî û ji Ereb re jî dijmintîyê dike, xerabîyê dike.”
“Çareserîya her pirsgirêkekî bi îzna Xwedê ew ê çareserîya dinê jî hêsantir bike”
Yapicioglu destnîşan kir ku çi dibe bila bibe sekinandin rijandina xwînê gelek biqîmet e, Wî îfade kir ku di pevçûnan de her kes zerarê dîtîye û ew xebatên dawîkirina şîddetê piştgirî dikin.
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Damezrandina vê komîsyonê jî girîng e û di warê bi temamî şîddet were rakirin de şansekî wî yê ciddî heye. Qabîlîyeta temsîlîyeta Parlamentoya Dewra 28emîn û xeyn ji çend îstîsnayên di vê komîsyonê de hemû partîyên sîyasî yên di vê Parlamentoyê de ne wezîfe girtine û ev jî vê şansê zêdetir dike. Helbet pirsgirêkên me pir in û curbecur in. Weke ku Birêz Serokê min jî îfade kir ev komîsyon ji bona ku hemû pirsgirêkan çareser bike nehatîye damezrandin feqet, tê hêvîkirin ku derheqê pirsgirêkên mewcûd de hinek daxwazî, pêşnîyar û gilî bêne gotin jî. Helbet em dikarin derheqê her pirsgirêkên xwe de biaxivin encax dema ku mesele bikevin nav hevûdû ew ê çareserîya meseleya ku ji xwe tevlîhev e û curbecur e zehmettir bike. Gotina ku tê gotin ‘An emê hemû çareserîyên xwe bi temamî çareser bikin an jî tu yek pirsgirêkê jî çareser nekin.’ Gotinekî pirsgirêk e; divê em pirsgirêkan baş analîz bikin û wan pirsgirêkan bikin parçe parçe û ji bo çareserîyê jî bixebitin, ev jî hewcedarîya eqlê ye. Em dikarin pirsgirêkan biaxivin encax em çareserîya pirsgirêkekî şerta çareserîya pirsgirêka dinê nebînin, çareserîya her pirsgirêkekî bi îzna Xwedê çareserîya pirsgirêka dinê jî çareser bike.”
“Em wisa hêvî dikin ku ji xeletîyên ku di pêvajoyên berê de hatine kirin ders hatine derxistin”
Zekerîya Yapicioglu ku got, “Di warê hewcedarîya divê ji meseleya Kurd re çareserîyekî were dîtin de ti tereddudekî tineye.” Û dûre Yapicioglu weha berdewam kir, “Bi gotinên Em bibin yek, ‘em bibin bira’, ‘cepheya hindir qewettir bikin’ an jî gotinên wek vana ferzîyetan îfade dike; bi rastî tev jî heman tiştin. Em mecbur in ku meseleya xwe bi rêya silhê û di bingeha edaletê de çareser bikin. Nexwe ev mesele bêçare bimîne ew ê ji midexeleyên emperyalîst re vekirîbe, ev jî ew ê bibe sedema erdnigarîyekî bêhizûr, neslên ku heba dibin û aborî jî hilweşe. Yekfikirtîya ‘dawîbûna dewra çekan, hemû kes ji pêvajoya pevçûnê zerarê dibînin û divê em pirsgirêkên xwe di sazîya sîyasetê de bi dîyalogê çareser bikin’ di warê çareserîya pirsgirêkê de firsedekî mezin derxistîye pêşîya me; divê ev firsed neyê hebakirin.”
Berê jî ji bona ku ji meseleyê re bi navê çareserîyê hinek teşebûs çêbûn lê mixabin çareserîya ku dihat daxwazkirin nemimkin bû, çiqas çareserî hat derengxistin pirsgirêk jî hewqas mezin û şîn bû. Em wisa hêvî dikin ku ji xeletîyên ku di pêvajoyên berê de hatine kirin ders hatine derxistin, di vî warî de hinek daxuyanî têne dayîn ku ders hatine derxistin, ev jî me kêfxweş dike encax divê dîsa jî gelek bidîqqet bin. Di pêvajoya berê de sedemên ku pêvajoyê dan sekinandin çêbûn. Di serî de pirsgirêka şîddetê û daxwazîyên heq ên xûşk û birayên me yên Kurd tevlîhev hatibû kirin û yek ji yê dinê re wek şertekî dihat nîşandan. Heger herdu mesele dîsa werin tevlîhevkirin ew ê dîsa neserfirazî çêbike; heqê me tineye ku em vêya ji civak û gelê xwe re bidin jîyandin.”
“Me gotinên ku tê gotin mafên bingeh ew ê meseleya bazarîyê neyê kirin bi kêfxweşî pêşwazî kir”
Yapicioglu bal kişand ku daxuyanîyên çekdanîn bi bêşert û merc hatîye kirin gelek muhîm e, “Li cem vêya jî divê gavên ku ji bona mafên bingeh û hurrîyetê re werin avêtin jî bi tu şert û mercan re neyê girêdan. Heger tiştekî heq be ew tiş bêşert û merc tê dayîn, edaletî ev e. Zemîna biratî û silhê jî ewakî çêdibe û bi vê şeklê tê saxlemkirin. Ez dixwazim ku gotinên Birêz Abdullah Gul ku bi navê koma partîya îqtîdarê destûr xwestîye û gotîye ku mafên bingeh ên welatîyan tu dem meseleya bazarîyê nayê kirin bi kêfxweşî pêşwazî kirîye.”
“Tiştê ku me dike xûşk û bira bawerîya me ye, ev tişt nayê gotin”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bal kişand ku qebûlkirina xeletîyên ku ji xûşk û biratîya hezar salî re zerarê daye û nedubarekirina van xeletîyan gelek girîng in, “Qebûlkirina van xeletîyan û nedubarekirina wan, hêvîyê qewettir dike. Zemîna xûşk û biratîya hezar salî saxlem e. Hemî kes qala xûşk û biratîya hezar salî dike feqet kes qala vê tiştê ku me dike xûşk û bira bawerîya me ye nake, em vêya jî bi xemgînî temaşe dikin. Parvekirina qedera xwe ya hevpar, jîyandina hevpar a di welatekî hevpar de di zemîna biratîyê de mimkin e.”
“Ya herî muhîm ev e ku em mesulîyeta xwe ya dîrokî bicîh bînin”
Yapicioglu derheqê usulên xebata komîsyonê de jî axivî û got, “Usul teqeddumê esasê dike encax esasa karê jî divê qurbana usulê neyê kirin. Ya herî muhîm ev e ku ji xebatên samîmî yên di warê rêya çareserkirina pirsgirêkên me yên cîddî de têne kirin re alîkarîyên ciddî bê kirin û mesulîyeta xwe ya dîrokî bicîhbînin. Divê em ji neslên xwe yê pêşeroj re welatekî ku bi hev re dikaribin bijîn û dikaribin li ser wê welatê di nav biratîyê de bijîn bihêlin. Di vî warî de ez ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila xebatên vê komîsyonê serfiraz bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Meclîsê di civîna çapemeniyê de nûnerên Platforma Civaka Sivîl a Anadoluyê (ANFÎDAP) pêşwazî kir. Demîr ji bo meşa piştgiriya Xezzeyê ya di 10ê Tebaxê de li Enqerê vexwendnameyek pêşkêş kir.
Komîsyona Meclîsê ku piştî çekberdanîna PKKê ku pêvajoyê bide berdewamkirin îro cara yekem dicive. Di Komîsyona ku ji 48 endaman pêk tê, esas û prensîbên xebatê werin diyarkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezaya ku mînîbusek ku karkerên çandiniyê hildigirt li Sêwasê ji zinaran qulipî de, sê kesan canê xwe ji dest dan û 4 jê giran 18 kes jî birîndar bûn.