Serokê Şûbeya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Alimên Filistînê Huzeyfe El-Xetîb, îfade kir ku Serfermandarê Qessam Şehîd Muhammed Dayf tu dem dev ji cîhadê bernedaye û şehadeta wî nêzê zefera Îslamê ye.
Serokê Şûbeya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Alimên Filistînê Huzeyfe El-Xetîb, derheqê şehadeta Serfermandarê Tûgayên Îzzeddîn El Qessamê baskê leşkerî yê HAMASê Muhammed Dayf de ji ÎLKHAyê re axivî.
El Xetîb, destnîşan kir ku şehîd Muhammed û fermandarên dinê ji bo gel mînak in, divê ummet ji micahîdên li Xezzeyê re zêdetir alîkarîyê bikin.
El Xetîb, diyar kir ku digel agirbestê ew ê micadele berdewam bike û zefera mezin jî ne dûr e, ew di nêz de ye.
El Xetîb destnîşan kir ku bi taybetî dema ku fermandar, di sefên pêş de micadeleyê bidin gel jî berxwedanê dikin û got, “Ew ê micahîdên ji Muhammed Dayf û Yahya Sînwar jî qewettir derkevin ortê û em ê bibînin.”
Xetîb di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ger ku em dixwazin bibin mînak û di pêş de bin divê em di sefa ewil de bin. Ya na divê ku micadeleye me negihêje serfirazîyê. Ji ber vê yekê em dîsa dua dikin û ez bawerim ku ew ê micahîd, fermandar û serokên ji Muhammed Dayf û Yahya Sînwar jî qewettir derkevin ortê û em ê bibînin. Û bi îzna Xwedê zefer jî nêz be. Xwezî Misilmanên dinê zêdetir destekê bidana micahîdên li Xezzeyê lê mixabin ummet vê carê di sinifê de ma, ew destekekî ciddî nedan wan.”
Huzeyfe El-Xetîb, got ku xeyn ji îmanê tiştekî muhîm ê şehîd Muhammed Dayf tinebû: “Teybetîya wî ya herî muhîm xwedîmanbûna wî bû. Dibe ku ev gotin ji bona me peyvekî hêsan be lê hûn bawer bikin ku ji bo şehîd tiştekî qasî îmanê tinebû. Piştî îmanê jî divê mirov xwedî îrade be, divê mirov biderd be, ummetê bifikire, Îslamê bifikire û mezluman bifikire. Dûre jî divê mirov bi sîstemî bixebite, yanê ne xebatekî wisa divê xebatekî rast û bi plankirî be. Me di Tofana Eqsayê de dît planekî çawa hebû, hazirîyekî çawa hebû? Ew dijminên xwe bi stratejîyekî baş xapandin û hemd ji Xwedê re serfiraz jî bûn û em vê serfirazîya wan jî heta niha dibînin.”
Huzeyfe El-Xetîb, diyar kir ku sîyonîstan tu hedefekî xwe jî bicîhneanîtin,
“Niha wisa xuya dike ku îxtîmalekî mezin e ev agirbest ew ê berdewam bike. Merhaleya yekemîn ew ê 42 roj be, merhaleya duyemîn jî wê di meha Remezanê de dest pê bike. îxtîmalekî mezin e ku ew ê ev pêvajo berdewam bike çîmkî dijmin û sîyonîstan tu hedefekî xwe bicîhneanîtin. Ev bû 15 meh in tu tiştekî bidestnexistin. Yanê bi temamî winda kirin. Bi îzna Xwedê ew ê ji bona ku windayîyekî dîsa ewakî bidestnexin wê nekevin herbekî ewakî.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Rihayê di encama operasyona tiryakê de gelek meddeyên tiryakê hatin bidestxistin, 4 kes jî hatin girtin.
Sazîya Bilind a Karên Dîn ê Serokatîya Karên Dîyanetê, fitira vê salê 180 Lîreyî eşkere kir.
Li taxên derve yên Minbicê bi wesayîtekî bombeyî êrîş hat lidarxistin, di encamê de 14 jê pîrek herî kêm 15 kes canê xwe ji dest dan.