Serokê Ukraynayê Zelenskiy li Tirkiyê ye

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ji bo bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike hat Enqereyê.
Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bicivin.
Rêveberê Ragihandinê Altun di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
“Serokomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan wê 18ê Sibatê roja sêşemê li Kulliyeya Serokomariyê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ku li ser vexwendina wî bi serdaneke fermî were welatê me, bicive.
Di hevdîtinan de wê hemû aliyên têkiliyên hevpar ên stratejîk ên Tirkiye û Ukraynayê bên nirxandin û ji bo xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de gavên ku divê bên avêtin bên nirxandin.
Di vê serdanê de wê li ser geşedanên dawî yên Ukraynayê û mijarên din ên navçeyî û cîhanî jî nêrînên xwe bên gotûbêjkirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Muhammed Zekî Atak di tarîxa 1992yan de ji teref PKKê ve ji ber falîyetên Îslamî hat şehîdkirin.
Li Mêrdînê di operasyona dijî rêxistina sûcê organîze ku qaçaxçîtiya çekan dikirin de ji 19 gumanbaran 11 kes hatin girtin.
Ji ber barîna berfa zêde û cemedê yê li 10 bajaran dibistan îro hat tetîlkirin.
Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê got ku tê texmînkirin wê li Erzirom, Qers, Erdêxan, Sêwas, Qeyserî, Dêrsîm, Çewlig û Erzîncanê berfa zêde bibare.