Serwîsa xwendekaran li wesayîtê qelibî: 18 birîndar
Li navçeya Sandîkliyê ya Afyonkarahîsarê, otobuseke dibistanê û wesayîtek li hev qelibîn, di encamê de du ji wan şofêr 18 kes birîndar bûn.
Li navçeya Sandikliyê ya Afyonkarahîsarê, di encama lihevketina otobuseke dibistanê û otomobîlekê de 18 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Afyonkarahîsar-Antalyayê li nêzîkî Herêma Pîşesaziya Organîzeyê qewimî. Otobuseke xwendekaran a bi plakaya 03 L 3464, ku navê şofêrê wê hêj nayê zanîn, li wesayîteke bi plakaya 34 DKG 685 qelibî.
Di qezayê de, her du şofêr û 16 kesên di wesayîtan de bûn bi sivikî birîndar bûn. Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, polîs û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî wergirtina dermankirina destpêkê birîndar rakirin nexweşxaneyên cûrbecûr ên li Afyonkarahîsarê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump got ku ew ê hewl bide ku di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera û Serokwezîrê rejîma sîyonîst Netanyahu de "ahengek" çêbike; wî her wiha diyar kir ku heke Hamas çekên xwe deyne dê "bedelên giran" bide, û dê destûr neyê dayîn ku Îran şiyanên xwe yên nukleerî ji nû ve ava bike.
Piştî berfa doh, germahiya li Dîyarbekirê wekî -8 pile hat pîvandin, rê bûn wek qadên qeşayê..
HUDA PAR ji bo fermandarên şehîd ên Hamasê peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de wiha hat gotin: "Van fermandarên hêja bi şehadeta xwe careke din nîşan dan ku xwîna wan li kêleka xwîna gelê Filistînê diherike; têkoşîna wan ji têkoşîna gelê Filistînê nayê veqetandin."