Li Erzîncanê roja Şemîyê otobûsekî qelibîbû û 21 kesan birîndar bûbûn, hat îfadekirin ku şofêrê otobûsê li nexweşxaneya ku tedawîyê didît de canê xwe ji dest da.
Qeza, di 28ê Kanûnê de li ser rêya Sêwas-Erzîncanê pêk hatibû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, dema ku cenazeya mirovekî ku li navçeya Kartala Stenbolê wefat kiribû û ji navçeya Uzumluya Erzîncanê re dihat anîtin de otobûs gêrê şerempolê bûbû.
Di encama qezayê de şofêrê otobûsê Alî Gulmuş û 20 rêwî birîndar bûbûn. Hat hînbûn ku Gulmuş li nexweşxaneya ku tedawîyê didît de canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, di daxuyanîya ku li Meclîsê da de derheqê rojeva hindir û derve de axivî. Dînç, ji bo berdewamkirina îstîqrara li Sûrîyeyê banga destekê kir.
Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Êlih-Diyarbekirê pêk hat de kesek mir û kesek jî birîndar bû.
AFADê diyar kir ku li navçeya Darendeya Meletîyê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Qezenca kermesa ku ji teref Klûba Ciwanên Zanyar ve di Zanîngeha Dîcleyê hatibû tertîpkirin de hat bidestxistin, ji bona ku ji Xezzeyê re bê gihaştin teslîmî rayedarên Weqfa Êtîman kir.