Walîyê Dîyarbekirê Zorluoglu derheqê şewata li Dîyarbekirê de agahî da
Walîyê Dîyarbekirê Murat Zorluoglu, derbarê şewata ku li navendeke karsaziyê ya li navçeya Kayapinar a navenda bajarê Dîyarbekirê derket de axivî û diyar kir ku 3 îtfaîyevan û 2 niştecihên avahiyê ji şewatê tesîrdar bûne û rewşa wan a tenduristiyê ne giran e.
Agirekî ku li Ay Yapı Plaza, ku li ser Bûlwara Laleş a li Taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê ye, derket, bû sedema tirs û panîkê. Ekîbên îtfaîyeyê bi lez û bez agirê vemirandin.
Zorluoglu derheqê bûyerê de weha daxuyanî da, "Her saziyek li gorî berpirsiyariya xwe dest bi xebatê kiriye. Di encama xebata heta niha de, 5 welatiyên me, di nav de 3 îtfaîyevan û 2 niştecihên avahiyê, ji agir tesîrdar bûn. Hemûyên wan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Hem ji Xwedê re birîndarên giran tune ne. Hemû ji ber bêhna dûmanê êş kişandine, rewşa wan a tenduristiyê sivik e û tedawîyên wan berdewam dike.
Ev avahiyek e ku yekîneyên bazirganî lê hene. Ji ber vê yekê, ji ber ku agir dereng derketiye, şikir ji Xwedê re, bi qasî ku em dizanin û li gorî agahiyên ku ji teref îtfaiyeyê ve hatine dayîn, ti welatî li hundir nemane. Xwedê me ji rewşa xirabtir biparêze. Em ji hemî welatiyên xwe yên li Dîyarbekirê û kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûne re serketinê dixwazin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kesekî din ê ku di şewata ku li salona sporê ya li Êlihê derket de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da. Bi vê şeklê hejmarê mirîyan gihîşt 3 kesan.
Komîteya Stratejîk a Sîyasî û Parastinê, ku di çarçoveya Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê ya di navbera Tirkîye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin, ew ê civîna xwe ya ewil li Stenbolê li dar bixe.
Li Êlihê di komplekseke sporê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû û piştî teqînê şewat derket. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê îtfaîyevan 11 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Înegol a Bûrsayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.