Yapicioglu: Divê mitleqe çek bêne berdan. Di vî warî de mesulîyet li hemû partîyên sîyasî dikeve

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya Forûma Hewlêrê de daxuyanîyan da û got, “Divê mitleqe çek bêne berdan. Di vî warî de mesulîyet li hemû partîyên sîyasî dikeve.”
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku di çarçoveya Forûma Hewlêr ku li Navenda Lêgerîn a Rûdawê hat lidarxistin de axivî, derheqê meseleya Kurd a li Tirkîyeyê û pêvajoya bêçekbûnîyê de daxuyanîyên muhîm da.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di Forûmê de pirsên Ruşen Çakir bersivand.
Daxuyanîya Yapicioglu bi kurtasî ewakî ye:
Derheqê bangkirina Abdullah Ocalan ê ji teref Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ve de weha got, “Em vê banga ku ji teref Birêz Bahçelî ve hatîye dayîn wek şansekî dinirxînin. Helbet em şaşwaz bûn. Çima şaşwaz bûn? Yanê ji hatina bangewazîyê zêdetir pileya ku hatîye danîn me şok kir. Pileya ku hatîye danîn çi ye? Hatin û axavtina Abdullah Ocalan a di koma DEMê de ye. Ew pir zêde me şaşwaz kir lê li wê derê peyvekî bi şert hebû. Tê gotin ku heger Abdullah Ocalan vana vana bibêje bila were. Bi rastî di vê bangewazîyê de gelo qesta hatina Abdullah Ocalan a ji koma DEMê re bi fîzîkî ye? An jî peyamekî ku heger tiştekî ku ewakî bibeje yanê Abdullah Ocalan van tiştan bibêje em dikarin heta vê merhaleyê van tiştan qebûl bikin e? Dibe ku ya duyemîn be. Em tev dizanin ku Abdullah Ocalan bi fîzîkî nayê di koma DEMê de ew ê neaxive. Hetta em dizanin ku ew xeyn ji Îmralîyê nikare li cîhekî jî bang bike. Dibe ku li wê derê peyamekî bi vîdeoyî bide. Ji ber vêya em wek şansekî dinirxînin. Erê, berê zêdetir ev tişt dihat parastin. Hikûmet gav diavêt lê hevparê wî dibû asteng. Ji kengî ve ev tê gotin? Bi taybetî li ser neserfirazbûna pêvajoya çareserîya 2015an de ve tê gotin.
Çîmkî berîya 2015an di navbera AKP û MHPê de tîfaqekî tinebû. Tîfaq piştî 15ê Tîrmeha 2016an de çêbû. Di demên ku meseleya Kurd dihat axavtin de MHPê dijwar xeber dida lê li gorî min astengîya herî mezin nîzama ku di holê de ye û CHPê bû. Di pêvajoya çareserîya berê de dibe ku mixalefeta CHPê hikûmetê dida sekinandin. Digel vê astengîyê jî hinek gav hatin avêtin. Feqet nebû, neferfirazîya wê pêvajoya çareserîyê hêvîyan şikand. Bi taybetî jî di warê hikûmetê de şikand. Paşê êdî hikûmet jî hat ser meseleya ku meseleya Kurd tineye. Lê vêya jî got, pirsgirêkên xûşk û birayên min ên Kurd hene dîsa ji ber ku hikûmet em in çareserkirina vê pirsgirêkê jî wezîfeya me ye. Feqet xeletî li kuye, xeletî ev e ku ev mesele wek meseleya Kurd bê hesibandin û ev mesele di cîhekî de jî li ser vê meseleyê bi hinekan re bê rûniştin û li ser bazarîyê vê meseleyê bê axavtin xelet e. Hikûmet hat cîhekî wisa ku dibêje em ê carekî dinê dîsa nekevin vê xeletîyê. Sekina Bahçelî û asteng nebûna CHPê jî hêvîyên me zêde kir”.
-Me li Dîyarbekirê komxebatekî ji pirsgirêka Kurd re çareserîyekî însanî li dar xist. Ji ber tertîpkirina komxebatê em ne poşman in. Me tiştekî xelet nekirîye.
Hinek însanan xeyîdin û hêrs bûn. Piranîya însanên ku ji me re hêrs bûne ji xwe ji wan însanên ku me çi bikarana hêrs dibûn in. Ji ber vê yekê em li gorî hêrsbûna wan sîyaseta xwe naguherînin an jî rêya xwe li gorî tewrên wan diyarî nakin. Yên ku ji ewil ve ji me re neyarin em çi bikin jî ew ê ji me re hêrs bibin. Lê ez wisa difikirim ku wî komxebata me ya ku me tertîp kir ji teref gelek kesan ve bi teqdîrî hat pêşwazîkirin.
Helbet her însan nikare weka me bifikire û ne mecbûre jî. Ji xwe sîyaset jî tiştekî ewakî ye. Dibe ku di her meseleyê de fikrên însanan cuda bin. Ji xwe dema ku dihat gotin pêvajoya bêçekê an jî Tirkîyeya bêteror li pey wî ev nedihat gotin? Heger çek ji holê bêne rakirin ew ê hemû kes di sîyasetê de çi bixwazin dikaribin bibêjin. Di destê me de çek tineye û em jî dibêjin bila çek bêne berdan. Lê ji berê ve du tişt dihat gotin ji wan yek Tirkîyeya bêteror, ya duyemîn jî qewetkirina CHPê. Me di warê herdu meseleyan de jî fikr û ramanên xwe anît ziman. Tiştên ku li wê hatin gotin temamê wan ma fikr û ramanên me bûn? Na. Hinek gotinên însanên ku li wê derê axivîne jî ket nav encamnameyê. Me derheqê meseleya Tirkîyeya bêteror de tewr û sekinekî zelal nîşan daye. Me got ku mitleqe divê çek bêne berdan.
Ger ku hikûmet di warê çareserîya meseleya Kurd de gavekî bavêje jî neavêje jî divê ev gava çekberdanîyê bê avêtin û çek ji holê bê rakirin. Me got bar li her partîyekî sîyasî dikeve. Divê îro partîyên sîyasî jî xebatekî ciddî nîşan bidin û bangekî bikin. Me jî di vî warî de bi bangekî zelal wezîfeya xwe bicîhanît. Ev alîyekî ye. Ya dinê jî ev mesele bûye meseleyekî navneteweyî kanê tê gotin ya Kurd-BêTirk, Tirk jî BêKurd nabe, di vî warî de yanê li ser vê formulê me hinek pêşbînîyan got. Me pêşbînîyên xwe û daxwazên xwe ji bona ku ev yekîtî saxlem bibe anît ziman. Lê hineka derketin gotin ku HUDA PARê bi vê komxebatê dixwaze ku ji xwe re jî rolekî derxe an jî HUDA PARê bi vê komxebatê diwxaze ku vê pêvajoya ku di holê de ye xera bike. Herdu jî tiştên ji hev dûrtir in lê herdu jî hatin gotin.
-Partîya DEMê ji me randevû nexwest. Me berê jî got. Em berê tu kesî ku were ber derê me nadin û me nedaye jî. Me wan dawet jî nekir, bi rastî ji xwe me hêvî jî nedikir ew ê werin me zîyaret bikin. Çima? Çîmkî dema ku hûn meseleya çekdanînê biaxivin di vî warî de ya herî normal ew ê ku yê ku çek di destê wî de ye û yê ku dixwaze wê çekê bide berdan bi hev re biaxivin û mizakereyan bikin. Me berîya vêya jî wisa kiribû, em ê ji vêya şûnve jî wisa bikin. Bi rastî werin jî neynê jî ez wisa difikirim ku ew ê pir tiştekî neguhere.
Divê di navbera partîyên sîyasî de dîyalog hebe. Li gorî min divê hemû partî dikaribe bi hev re biaxivin. Me di 30yê Hezîrana 2013an de kongreya xwe kiribû. Me hemû partîyên sîyasî dawetî kir. Ji wan partîyan yek jî HDPê bû. Ew nehatin. Di Cejnan de di navbera partîyan de pîrozkirina eydan heye, me xwest ku em wan zîyaret bikin, derê xwe ji me re venekirin. Me di hilbijartina 2018an de biryarek girt ku em ê bi hemû partîyên sîyasî yên ku mafê wan a ketina hilbijartinê heye re hevdîtinan bikin. Di wê demê de jî bersiva banga me nedan. Me sê caran li derê wan xist, her sê caran jî derî li me venekirin. Me jî vêya qedand û em ê jî li derîyê wan nexin. Lê dema ku ew werin ew ê çawa bibe, vê meseleyê jî me wê çaxê jî gotibû, me derê xwe ji tu kesî re negirtîye û me berê kesê jî nedaye.
-Zemîna axavtina federasyonê li Tirkîyeyê tineye. Bi rastî li Tirkîyeyê lazimatîyekî ewakî jî tineye. Raste tiştê ku di bernameya partîya me de dinivisîne ev e. Berê me li çend cîhên cuda jî gotinên ewakî gotibû ku mirov dikaribe bêçek û bêşîddet fikrên xwe yên sîyasî bi serbestî bîne ser ziman. Bi tevî Federasyonê mirov dikaribe hemû tiştan biaxive. Ger ku ev nîqaş li ser zemîna sîyasetê be divê serbest be. Tiştê ku em dibêjin ev e. Yan na ji xwe rewşa Tirkîyeyê jî ji sazîyekî federatîf re ne musaît e hetta ji vêya re jî hewce tineye. Yanê Tirkîye çi ji federasyonekî bi erdnigarî çi jî ji federasyonekî korporatîf re musaît nîne. Çima? Şertên li Tirkîyeyê cuda ne. Mînak li Herêma Kurdistanê şert cuda ne. Rewşa Kurdên li Sûrîyeyê ku di nav de ne an jî yên li Îranê cuda ne. Li Tirkîyeyê piranîya nifûsa Kurdan li gorî bajarên ku Kurd in koçê rojavayê kirine. Li wê derê karên xwe çêkirine, xizmantîyên wan çêbûne, mal û milkên wan li wê derê hene. Ji ber vê yekê ji sedî 90ê Kurdên ku li Tirkîyeyê dijîn li hemberî federasyonekî erdnigarîyê ne. Federasyonekî korporatîfa wek li Beljîka û Qibrisê ye yanê federatîfekî bicemaetî jî ji bo Tirkîyeyê ne munasîb e.
-Derheqê çar maddeyên ewil a makeqanûnê de tê xwestin ev îdreq bê çêkirin. Tê gotin qey ev meddeyan ji 1923yan îlankirin Komarîyê vir ve, ji Adara 1924an vir ve van meddeyan li wê derê disekinin û hikmekî makeqanûnî ya ku vana nikarin bêne guhertin li wê disekine. Hikmekî ewakî heye. Berîya her tiştê ev ne tiştekî rast e. Di makeqanûna 1924an de meddeyekî heye ku nayê guhertin şkelê dewletê Komarî ye. Çîmkî piştî Osmanî rejimekî nû hatîye damezrandin û di wê demê de hinek însan hene ku dixwazin dîsa weka Osmanî seltanat hebe. Ji bona ku berîya van daxwazan bê girtin ev madde hatibû danîn. Em lê dinêrin di dema 1961an de hewce ji tiştekî ewakî re tineye lê hatîye gotin bila dîsa devam bike. Lê dema ku em têne sala 1982yan de makeqanûna ku ji teref 5 leşker û 5 generalan tê çêkirin ve meddeyên îro hatine danîn.
Kenan Evren jî got ku meddeyên dinê jî nayên guhartin. Niha em lê dinêrin CHPê ji 12ê Îlohê re dibêje cuntaya faşîst, derbeyekî faşîst. Ji derbeya 1960an re jî dibêjin şoreş. Lê em lê dinêrin makeqanûna 1982yan weka ku Atatirk nivîsandibe diparêzin.
Me xwest ku balan ji vê tiştê bikşînin. Lê ew dibêjin ku ew ê HUDA PARê bi 4 parlamenteran wê rejima Komarîyê veguherîne. Em dibêjin ku bila meddeyên ku nayên guhartin tinebe, çima. Çîmkî pêşeroja neslên ku werin em nekin bin îpotekê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Selçukluya Qonyayê di encama şewata ku di encama teqîna tanka oksîjenê ya di wesayîtekê de derket de pitik û xaltiya wê canê xwe ji dest dan û dê û bav jî birîndar bûn.
Nimêja terewîhê ya ewil a meha Remezanê ya ku ji bo Mislimanan xwedî girîngiyeke mezin e dê 28ê Sibatê êvara înê li mizgeftan were kirin. Paşîva ewil dê 1ê Adarê serê sibê bê lidarxistin.
Wezareta Karên Navxweyî roja tetbîqkirina şert û mercên şopandina wesayîtan û pergala kamerayê ya ji bo teqsîyên bazirganî, teqsîyên hevpar û wesayîtên veguhestina giştî ya şaredarîyê ji 1ê Tîrmehê re taloq kir.