Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku malbatên ku ji bo zarokên xwe yên ji teref PKKê ve ji serê çîya re hatine revandin li Dîyarbekirê dest bi nobedê kiribûn zîyaret kir, derheqê pêvajoya çareserîyê ku dîsa hatibû rojevê de daxuyanîyan da.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo hinek zîyaretan hatibû Dîyarbekirê, di zîyaretê de malbatên li ber Serokatîya Bajara Dîyarbekirê yê HDPê nobeta zarokên xwe digrin zîyaret kir.
Yapicioglu di dema zîyaretê de ji çapemenîyê re daxuyanî da û hişyarî da ku di vê pêvajoya ku ji nû ve tê axavtin de bila xetereyên ku di çareserîya berê de hatibûn kirin ji nû ve neyên kirin û îfade kir, “Ger ku pêvajoyekî nû bê destpêkirin ji bo nîşandana nîyeta baş bi teslîmkirina zarokên van dayîkan gava ewil bavêjin.”
“Piranîya zarokên van malbatan di salên 2014-2015an de ji serê çîya re hatine birin”
Yapicioglu pêvajoyên nobeta zarokan a li Dîyarbekirê kurtasî kir û weha got, “Weka ku tê zanîn ji 5 salan zêdetir e dayîkên me yên ku zarokên wan ji serê çîya re hatine revandin, an hatine xapandin an jî bi weadan hatine birin li vê derê nobedê digrin. 5 sal qedîya, wa dikevin sala xwe ya 6an. Bir astî pêşîya vêya jî heye. Di sala 2014an de dayîkekî me li Fîskayaya Dîyarbekirê ji bona ewladê xwe dest bi çalakîyê kiribû. Dema ku ew dayîk 12 roj paşê gihaşt kurê xwe li ber Şaredarîya Bajarê Mezin çalakîyek dest pê kir, bi tesîra bûyerên ku wê çaxê çêbûn û ji ber pêvajoya çareserîyê çend meh paşê ew çalakîya dayîkan hat dawîkirin.”
Yapicioglu, “Di sala 2019an de li vê derê dayîkên me dîsa dest bi çalakîyê kirin. Heta îro di encama van çalakîyan de 56 malbat gihaştin zarokên xwe. Bi tevahî niha 379 malbat çalakîyên xwe didomînin. Dema ku min ji malbatan pirsî zarokên we kengî çûne, xeyn ji çend heban tev ji min re gotin di sala 2015an de hatine birin.”
“Di dewrekî ku çareserî dihat axavtin de birina ciwanan a ji serê çîya re nîşan dide ku nîyeteke çekberdanê tineye”
Yapicioglu bibîrxist ku piranîya zarokên van malbatan di dema pêvajoya çareserîyê ya berê de hatine birin:
“Di sala 2014an de berdana çekan dihat axavtin. Di sala 2015an de pêvajo ber bi xerabûnê ve hat lê dîsa jî derheqê çareserîyê de hêvîyek hebû. Navê wî pêvajoya çareserîyê bû lê pêvajoyeke ku ew ê nebirana çareserîyê, dibe ku ji bo demeke demborî pevçûn çênebin dihat jîyandin. Piranîya van ciwanan di wê demê de ji serê çîya re hatin birin, ev jî eşkere nîşan dide ku tu nîyetekî çekberdanê tineye. Me wê çaxê jî bal kişand ku vê rêya ku tê şopandin ne rast e, ew ê di vê rê de çareserîyek dernekeve. Îro jî dîsa berdana çekan û dawîkirina şîddetê tê axavtin. Tê gotin ku pirsgirêk çi dibe bila bibe bila bi rêya sîyasetê bê axavtin û çareserî bê kirin.”
Yapicioglu, “Em li ber van dayîkên ku 5 sal e dilê wan dişewitin bangekî dikin. Em dibêjin ger ku pêvajoyekî nû bê destpêkirin bila ji bo nîşandana başîtîyê zarokên van malbatan bêne teslîmkirin û bi vêya gava ewil bê avêtin û em bawer bikin hûn samîmî ne. Ger ku hûn vêya nekin hûnê ku di sala 2015an de di nav hewaya şahîyê de hewqas ciwanan birine serê çîya tu dem di nav nîyeta çekberdanê de nînin. Ger ku hûn vê îradeyê nîşan bidin, bi rastî jî hûn ji ciwanên ku çekan didin ber singê hev re dawîyê bidin em ê jî bawer bikin ku hûn xwedî îrade ne.”
“Mafên bingeh, tu dem bi şertên danîna çekan ên wan kesên ku çek di destê wan de ne re girê nedin”
Yapicioglu bal kişand û hişyarî da bila xetereyên ciddî ên ku 10 sal berê di pêvajoya lihevnexistina ku dihat gotin pêvajoya çareserîyê ye de hatine kirin neyên dubarekirin, ger ku heman xetere bêne kirin ew ê bi encamên wê rojê re rûbirû bê mayîn.
Yapicioglu xetereyên ku di pêvajoya çareserîyê ya berê hatibû kirin de bibîrxist û weha got, “Wan xetereyan çi bûn? Me wê çaxê jî got; daxwazîyên vê gelê yên wek perwerdehîya bi zimanê dayîkê heye û mihatabê van daxwazîyan wan kesên ku çek di destê wan de ne nînin. Ger ku hûn wan kesên ku çek di destê wan de hene mihatap bigrin tenê hûn dikarin bi wan re berdana çekan biaxivin. Encax hûn dikarin daxwaz, pirsgirêk û zehmetîyên vê gelê bi mirovên ku sîyasetê dikin an jî bi sazîyên sîvîl ku di nav xelkê de hatine organîzebûn re biaxivin. An jî mixatabê we rasterast gel e. Mafên bingeh, tu dem bi şertên danîna çekan ên wan kesên ku çek di destê wan de ne re girê nedin. Van mafan nekin meseleya bazarî ya bi wan re. Van mafan nayê kirin meseleya bazarîyê, mizakareyê û bi şertan re nayê girêdaybûn. Hûn tenê dikarin bi wan kesên ku çek di destê wan de ne re berdana çekan biaxivin, meseleyên dinê karê sîyasetê ye. Vê karê di Meclîsê de tê axavtin, di beşa sîyasetê de tê axavtin.”
“Ger ku em dixwazin şewatê bitefînin divê serê ewil em biratîya navbera xwe saxlem bikin”
Zekerîya Yapicioglu ku weha got, “Pirsgirêka me çi dibe bila bibe divê em mecbûrin ku di nav xwe de di navbera silh û dîyalogê de çareser bikin.” Dûre di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Înşaallah em ê meseleyên xwe biaxivin û çareser bikin, tu şexsekî me yê ku em çareser nekin tineye. Ger ku em çareser nekin wa hûn agirê derdorê me dibînin, her roj hinekî dinê jî berfirehtir dibe. Ger ku em dixwazin me kaşê vê şewatê nekin û me di nav de neşewitînin, ger ku em dixwazin vê agirê û şewatê bitefînin divê serê ewil em biratîya di navbera xwe de saxlem bikin, dûre jî di bingeha edaletê de ji bo çareserkirinê îradeyeke sîyasî nîşan bidin. Wisa xuya dike ku ev îrade îro xanê dike. Temennîya me ev e ku înşaallah ev îradeyekî saxlem e, xera nabe, ew ê çek bêne kerrkirin û ev mesele bi dîyalogê, bi silhê û di nav aştîyê de bê çareserkirin.”
Yapicioglu di dawîya axavtinê de weha got, “Ez cardin dubare dikim ji bo nîşandana nîyeta başîtîyê ji bo gava ewil hesreta van dayîkên me yên ku dilê wan dişewitin biqedînin. Zarokên wan ji wan re bişînin. Em ji destê ciwanên xwe yên ku çek di destê wan de ne re qeleman bidinê. Bila binivsînin, bixweyînin, kar bikin, ji civakê re tiştekî bidin qezenckirin. Ez ji li vê derê soz didim ku em ê şopînerê vê karê bin, ji bona ku xetereyên di pêvajoya çareserîyê ya yekemîn de hatine kirin neyên dubarekirin bi dengê bilind xeber bidin û çi ji destê me tê em ê bikin. Înşaallah em ê vê carê serfiraz bin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Serokê Karên Civakî Abdullah Aslan weha got: "Li welat dema ku li Xezzeyê bi milyonan kes di tengasîyên aborî de ne û li kêleka me bi birçîbûnê re rû bi rû ne, pereyên astronomîk ên ku di şeva sersalê de ji hûnermendan re bêne dayîn/hatine dayîn wijdanan diêşîne.”
Klûba Ciwanîya Zana û Weqfa Êtîman bi hev re li Zanîngeha Dîcleyê ji bo 2 rojan kermesek vekirin, hat îfadekirin ku ew ê qezenca kermesê ji Xezzeyê re bê şandin.
Komeleya Edeneyê ya Karwana Hêvîyê, ji bo zarokên dibistanên gundan bot, mont û cil û bergên zivistanê belav kir û di van mehên sar û sermayê de dilê wan germ kir.
Li navçeya Qosera Mêrdînê di nav orteya kolanê de di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de 2 kes birîndar bûn, pevçûn jî bi kamerayên telefonê ve hatin kişandin.