Yapicioglu ji Ozhan re zîyareta şînê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo Mehmet Zekî Ozhanê ku bavê Serokê Şaredarîya Bajarokê Kayapinarê Samîr Ozhan e wefat kiribû zîyareta şînê kir, ji malbatî re sersaxîyê xwest.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Bajaroka Kayapinara Kercewsa Êlihê zîyaretan pêk anît.
Çend roj berê bavê Serokê Şaredarîya Bajarokê Kayapinarê Samîr Ozhan rehmet kiribû, li ser vêya Yapicioglu bajarokê zîyaret kir û çû mala şînê.
Serokê Giştî di şînê de bi mezinên malbatê re rûnişt û sersaxîya wan xwest.
Di zîyaretê de Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, endamên teşkîlata partîyê û partîyîyên dinê jî amade bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.