Yapicioglu li ser salvegera wefata Ustad Bedîûzzaman peyamek belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta salvegera wefata Ustad Bedîûzzaman Saîdî Nursî peyamek belav kir, di peyamê de bal li ser wesfa alîmtîya wî ya mezin kişand.
Yapicioglu ku li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyê parve kir, îfade kir ku Saîdî Nursî, alîmekî Îslamê ya mezin, hadimê Quran, micahîd û mitefekkîrekî ye.
Yapicioglu di peyama xwe de weha got, “ ‘Yeqîna min heye ku: semawata Îstîqbalê û zemîna Asyayê Bahemê teslîm bibe, Yed—î Beyzayê Îslamê. Nexwe yemîna yumn-î îman e û dide emn û emanê…’ di salvegera 65 emîn a wefata alîmekî Îslamê ya mezin, hadimê Quran, micahîd û mitefekkîrekî Ustad Bedîûzzaman de wî bi rehmet yad dikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli, li Meclîsê daxuyanî da, Ramanli derheqê kêmbûna pileya zarokên ku têne dinyaya, tedawîya ji bo çêkirina zarokan û rejima îşxalker de agahîyan da.
Li Tuzlaya Stenbolê di seatên êvarê de li alîyê marînayê di nav kelekekî de şewat derket. Di encama şewatê de 4 kelek şewitîn û bûn wek xwelîyê.
Li Kanî Reşa Çewligê wesayîtek û qamyonetek li hev qelibîn, di encama qezayê de 1 jê giran 7 kes birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, dê sibe Tirkîyeyê zîyaret bike.