HAMASê derheqê hevdîtina bi Hakan Fîdan re de daxuyanî da

Lijneya Tevgera HAMASê, di bin serokatîya serokê HAMASê yê li Xezzeyê Xelîl el-Hayye de li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re hat cem hev.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de meseleyên îxlalkirina agirbestê ya rejima îşxalker, sûcên qirkirina ku li Xezzeyê pêk tînin û ji nû ve destpêkirina êrîşan gotûbej kirin.
Xeyn ji van meseleyan di hevdîtinê de hedefgirtina Nexweşxaneya Dostîtî ya Tirk-Filistînê jî ku li Xezzeyê nexweşxaneya tenê ye di warê tedawîya qanserê de hat rojevê.
Herdu alî jî pêşveçûnên mizakereyan û pêşnîyara temsîlkarê Emrîkayê Steve Wietkovê jî nirxandin.
Lijneya HAMASê, sekina serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker ku ji destpêkirina mizakereyan re xwe nêz nade û polîtîkayên wî yên birçîhiştina gelê Xezzeyê û astengkirina têketina dermanan jî bidestxistin.
Lijneya HAMASê îfade kir ku ew ji peymana agirbestê re girêdayîne û divê ji bo tetbîqkirina peymana agirbestê jî zordarî li ser rejima îşxalker bê kirin. Çîmkî ew di vê meseleyê de gelek sistîtîyê nîşan didin di warê başîtîyê de. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Kenan Çaplik, bi minasebeta Şeva Qedrê peyamek weşand û bal kişand ser ehemmîyeta vê şeva pîroz. Çaplik diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê ji bo pakbûna ferdî firsend e ji bo ku hişmendiya ummetê zindî bihêle û mesûlîyeta piştgiriya bi mezlûman bi bîr bîne jî firsed e.
41 şikdarên ku hatin tespîtkirin ku di xwepêşandanên li Stenbolê de heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine hatin girtin.
Li navçeya Ermeneka Karamanê, pîqabek ket nav ava bendavê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.
Lijneya Wezîran a ku wê di bin serokatîya Serokkomar Erdogan da bicive, di civînê de wê lêpirsîna "teror û gendeliyê" ya li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, geşedanên aborî û geşedanên dawî yên di polîtîkaya derve de bên nirxandin.