Îsmaîl Henîyye: Serokekî ku bi şehadeta xwe bû wek destanekî

Misilmanên cîhanê îro, tenê şehadeta serokekî sîyasî yad nake; di heman demê de serok û rêberekî ku dozekî û ummetekî temsîl dike yad dike. Jîyana Henîyye, nîşanên berxwedanê, hêzên berxwedanê û hêvîyê di nav xwe de dihewîne.
Îsmaîl Henîyye ku di 31ê Tîrmeha 2024an de, ji vegera bernameyeke fermî ya ji bo Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan li Tehran-Îranê hatibû tertîpkirin ve bi sûîqestekî şehîd ketibû, îro ji bo Misilmanên cîhanê û gelê Filistînê serok û rêberekî ku dijî ye.
Henîyye ku bi navê xwe yê “Ebû’-Abd” tê naskirin, tenê serokekî nebû, ew wek wijdan, deng û hêvîya doza Filistînê dihat bîranîtin.
Jîyaneke ku di nav zor û zehmetîyan de derbas bûye
Îsmaîl Abdûsselam Ahmed Henîyye, di 29ê Çileya 1962yan an jî 1963yan de li Kampa Penaberan a Şatî ya Xezzeyê hat dinyayê. Malbata wî di Nekbeya 1948an de ji Al-Jura (Aşkelona niha)yê hatin derxistin û li wê kampê dest bi jîyanê kirin.
Zarokatîya xwe ya ku piştî Nekbeyê bi malbata xwe ya ku hatîye sirgûnkirin derbas kirîye; di nav tinebûnî, zext û penabertîyê de derbas bûye.
Perwerdehîya wî ya ku di dibistanên UNRWAyê de dest pê kir, bi standina dîplomaya lîseyê ya ji Akademîya Ezherê berdewam kir; Di sala 1978an de ket Zanîngeha Îslamî û di 1987an de ji beşa Edebîyat û Ziman a Erep mezûn bû.
Salên ciwanîyê ku bi berxwedanê derbas bûye
Henîyyeyê ciwan ku di 1987an de beşdarî Întîfadaya Yekemîn bûye, bi navbeynkarîya Yekîtîya Xwendekarên Îslamî bi sîyasetê re xwe nas kir. Di nav dawetvanên HAMASê ku di heman demê de hatibû damezrandin de cîh girt.
Di dadgehên qaşo yên rejima sîyonîst de di sala 1988an de şeş meh, di sala 1989an de jî sê sal cezaya hefsê girt. 1992yan de hat sirgûnkirin; encax di 1993yan de pêşîya vegeran bi biryarîya berxwedanê vebû.
Di sala 1997an de bû midûrê qelema taybet ê Şêx Ahmed Yasîn û bi vê wezîfeyê bû yek ji wan hevalên ku herî nêz ê rêya berxwedanê ne.
Henîyye, bi tevî Şêx Ahmed Yasîn gelek caran hat hedefgirtin. Feqet tu tehdîd, wî ji doza wî nikaribû vegerandana.
Serokwezîrtî û serokatîya tevgerê
HAMASê di hilbijartina dîrokî ya ku di sala 2006an de hatibû kirin, bi rayên xelkê gihîşt zeferê; Henîyye jî bû serokwezîrê Filistînê.
Di sala 2007an de bi fiîlî li Xezzeyê îqtîdarîyê girtin ser milên xwe.
Henîyye, bi fikra bireveberîya ku pişta xwe dide îradeya gel derket pêş. Bireveberîyeke ku di nav bêîmkanîyan de hatîye damezrandin, di dewra wî de di warê sîyasî û leşkerî de merhaleyekî nû qezenc kir.
Ew, daîma bi vê gotina xwe hat bibîrxistin:
“Dema ku em bi destekî xwe dibistan û nexweşxaneyan lê bikin, bi destê dinê jî berxwedana xwe ya li hember îşxalê bidomînin.”
Di sala 2017an de ji Serokatîya Biroya Sîyasî ya HAMASê re hat hilbijartin û mala xwe li Dohayê danî û jîyana xwe li wê derê berdewam kir, bi vê şeklê di pêvajoyên aştî û mizakereyan de roleke aktîf girt. Hem di warê sîyasetê de hem jî di sehaya dîplomasîyê de bû fîgûrekî biryardarî.
Tofana Eqsayê
Îsmaîl Henîyye di her êrîş, ambargo û xebera mirinê ya li Xezzeyê de, li ber gelê xwe wek stûnekî sekinî.
Ew tenê qala zor û zehmetîyan nedikir, Ew serokekî ku wan zor û zehmetîyan dikişand bû jî.
Dema ku di 2024an de di demên herî germ ên operasyona “Tofana Eqsayê” de sê kurê xwe, nevîyên xwe û bi dehan xizmên xwe di êrîşên îşxalê de şehîd da, bi metanet û sebra xwe ji gelê xwe re bû mînakek.
Henîyye, bi mirovekî windayîyên xwe yên herî mezin wek bavekî û wek kalekî ji gelê xwe re hêvîyê dida û weha digot:
“Me ewladên xwe winda kirîye, doza xwe winda nekirîye. Xwîn, şahidê herî sadiq ê zeferê ye.”
Henîyye, dema ku peyamên xwe digihand cîhanê, tonekî hem hişk-dijwar hem jî lihevhêner bikardianît. Dema ku di polîtîkayên Filistînê de dengeyê çêdikir, bi serokên Ereban re jî dîyalogê çêkir, alîkarîyên însanî mizakere kir, di teşebûsên agirbestê de rolekî gelek giringî dileyîst.
Şehadet: Qederekî ku ne bigotinan, bi pratîkê hatîye tackirin e
Şehadeta Henîyye ku di 31ê Tîrmeha 2024an de di encama sûîqestekî de canê xwe ji dest da, nebû sedema bêdengbûna Filistînê; şehadeta wî bû qîrîna berxwedanê ya bi dengekî bilind.
Armanca sûîqestê bêdengkirina wî bû, lê mîrasa wî zêdetir manîdar kir.
Şehadeta wî, li çar alîyê cîhanê bû sedema hêrs û kederê, di cenazeya wî ya li Dohayê de jî bi dehhezaran mirov beşdarî bûn. Bi tevî alên Filistînê meş hatin tertîpkirin, dua hatin kirin.
Şehadeta Henîyye, serokatîya wî bilindtir jî kir:
Li gorî Reutersê, Dema ku Henîyye li Tehranê xatir ji Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Xameneî dixwaze weha dibêje, peyama wî ya dawîn ev bû:
“Çûndin tiştekî ye; lê mitleqe dê yekî nû were.”
Vasîyeta wî: Pêşve here, tu dem paşvenegere
Piştî Henîyye, peyamek ji peyaman herî bi qewettir jî ev bû:
“Ev rê ne hêsan e lê rêya heq e. Meşa xwe ya di vê rê de bidomînin. Tu dem paşve neçin”
Ev gotin bû dirûşmekî bingeh a berxwedana Filistînê. Ew daîma bi çalakîyên xwe nehat qalkirin, bi berxwedana xwe hat qalkirin.
Henîyye, ne tenê ji endamên HAMASê re bû nirxekî, ew ji hemû Filistîn û Misilmanên cîhanê re bû nirxekî hevpar.
Mîrasa wî; sîyaseteke îlkelî, sebr, berxwedan û emrekî bi doza Filistînê re sedeqat bû.
Ew, piştî şehadeta xwe di kolanên bajaran de bû bangek; bû nîşana hêvî, bawerî û berxwedanê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gundê Kavakliya navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di daristanê de şewat derket, ji şewata ku derket re hem ji hewa hem jî ji bejahîyê midexele tê kirin.
Li gundê Pinarlara navçeya Derelîya Gîresûnê, wesayîtekî ku dixwest par bike gêrê şerempolê bû. Di qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Alacakayaya Xarpêtê di kana madenê de hilweşîn pêk hat, karker di binî de mane.
Pêvajoya tercîhên Îmtîhana Sazîyên Hînkirina Bilind a 2025an (YKS-2025) îro dest pê dike.