Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, derheqê meseleya Kurd de weha got, “Qîma xwe bi cîh anîtina edebîyata biratîyê tenê neynin, hiqûqîya biratîyê bi cîh bînin. Hemû welatîyên me bila bibin wekhev. Nasnameya Kurdan divê ku di makeqanûnê de bi fermî bê naskirin û hiqûqa biratîyê bê lêkirin ku bira bihev re bimeşin.”
Yapiciogluyê ku destnîşan kir ku ew di bernameya partîya xwe de derheqê meseleya Kurd de gelek îzahatan kirine, bal kişand dema ku tê gotin “Pirsgirêka Kurd” wek ku Kurd pirsgirêk in tê fêhmkirin. Ji ber vê yekê ye ku ew ji dêla “Pirsgirêka Kurd” de gotina “Meseleya Kurd” bi kar tînin, got ku dîroka ev meseleyê dighêje heta dewra Fermana Tanzîmatê. Yapicioglu got ku ev meseleya ku di dema dawîn ya Osmanîyê de dest pê kirîye, di sala ‘ewil ya Komarîyê de giran bûye û mezin bûye.
“Divê ku nasnameya Kurdan di makeqanûnê de bi fermî bê naskirin”
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got:
“Di encamê de ev mesele bû meseleyeke herî bi kok, herî bi şewat û pirsgirêkeke ku bi lezgîn bê çareserkirin. Çend sal berê hikumet pêvajoyek da destpêkirin. Mixabin wê pêvajoyê jî bi neserfirazî encam bû. Encax hikumet niha dibêje ku niha meseleyeke ku meseleya Kurdan tineye. Feqet em jî dibêjin ku meseleyeke ewakî heye, hêna jî çareser nebûye û divê ku mitleqe ev mesele bê çareserkirin. Çareserî gelek rehet e, tiştê ku tu nixwazî ji tere bê kirin ji birayê xwe re neke. Tiştê ku tu çi dixwazî ji birayî xwe re jî ew tiştê bixwaze. Wa bi vê şeklê em bûn wekhev. Ger ku dewlet ev meseleyê bi fermî wekî meseleyeke asayîşê û pirsgirêka şîddetê dibîne ev nêrî nêrîneke xelat e. Şîddet encamekîye, ne sebeb e. Di holê de meseleyek heye û ji ber ku ev mesele nayê çareserkirin hûn jî îro kesên ku di destê wan de çek hene îqna bikin an jî çekê di destê wan de bi zorîtî ji destê wan bigrin jî ger ku hûn meseleyê çareser nekin ew ê sibê disbe yekê dinê çek bigre destê xwe. Ew ê pirsgirêk jî çareser nebe. Nexwe ey wan kesên ku desthilatdar in! Qîma xwe bi cîh anîtina edebîyata biratîyê tenê neynin, hiqûqîya biratîyê bi cîh bînin. Hemû welatîyên me bila bibin wekhev.
Em bibêjin ku fikra yekê cuda ye, mînak federatîyê dixwaze, bila bixwaze, dikaribe bixwaze him jî bi şekleke azad bîne ziman. Hetta yekê dinê serxwebûnîyê jî dikare bixwaze. Wê bixwaze jî… ger ku ev xwestinê bi şîddetê naxwaze, fikrê xwe bi wê şeklê tîne ser ziman bêlin bila xwe îfade bike. Bihêlin bila însanan çi difikirin bi azadî bifikirin û bînin ziman. Em dibêjin ku, nasnameya Kurdanê di makeqanûnê de bi fermî bê naskirin û hiqûqa biratîyê bê lêkirin ku bi hevdû re bimeşin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di axaftina xwe ya Komcivîna Meclîsê de ya ji bo rûniştina taybet ya salvegera 104.a vekirina Meclîsê got ku, “Ev meclîs Meclîsa gel e, reşît e, gerek tu wesayetê qebûl neke.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Bexdayê bi Serokkomar Abdullatîf Reşîd û Serokwezîr Muhemmed Şîya es-Sûdanîyê Iraqê hevdîtinan kir.
Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, got ku, “Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; Divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn.”
Serrokkomar Recep Tayyîp Erdogan, wê Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye qebûl bike.