Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ew ê beşdarî Kongreya bajara Wanê bibe
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê beşdarî 5emîn Kongreya Asayî ya Bajar a ku ji aliyê Şaxa Wanê ya partiyê ve tê lidarxistin bibe.
HUDA PAR piştî ku kongreyên xwe yên navçeyan li seranserê Tirkîyeyê temam kir û pêvajoya kongreya bajêr ji Entabê da destpêkirin, beriya kongreya mezin kongreyên xwe yên bajêr didomîne.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê di 28ê Tebaxê de ji bo beşdarbûna 5emîn Kongreya Asayî ya Bajêr a Wanê ku ji hêla Serokatiya Bajêr a Wanê ya partiya wî ve bi dirûşmeya "Sîyaseta Dilsoz, Edaleta Rastîn" tê lidarxistin, serdana Wanê bike.
Yapicioglu ew ê di kongreyê de ji gelê Wanê re axaftinekê bike.
Kongreya Asayî ya 5emîn a Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARê, ku wê li Hola Konferansê ya Otêla Perwerdehiyê ya Wanê were lidarxistin, ew ê di saet 20:00an de dest pê bike.
Tê texmînkirin ku Yapicioglu di kongreyê de derbarê pêşketinên sîyasî yên heyî, armancên partîyê û hêvîyên raya giştî de daxuyaniyên girîng bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) îstifa kir.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama xwe ya ku ji ber salvegera darbeya 12ê Îlonê weşand de li ser pêwîstiya bi destûreke nû bal kişand .
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, ragihand ku partiya wî biryar daye ku dev ji siyaseta xwe ya partiyê berde û dawî li xebatên xwe yên sîyasî bîne.