Hejmara parlamenterên ku ji aliyê 6 bajarên ve bên hilbijartin hat guhertin

Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya der barê hejmara parlamenteran de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorî Qanûna Hilbijartinê ya Parlamentoyê ya bi hejmara 2839an li gorî daneyên nifûsê li 6 bajarên di hejmara parlamenteran de guhertin hatin kirin.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê ya 31ê Kanûna Pêşîyê ya 2024an hejmara parlementerên Enqere, Mugla û Rihayê zêde bû. Enqere dê 37, Mûxla 8 û Riha 15 wekîl hebin.
Hejmara wekîlên Erzirom, Yozgat û Bayburtê hatin kêmkirin. Erzirom bi 5, Yozgat bi 3, Bayburt bi 1 parlementerî dê bên temsîlkirin.
Hejmara parlamenterên ku ji teref bajaran ve hatine hilbijartin
Edene 15, Semsûr 5, Afyonkarahisar 6, Agirî 4, Amasya 3, Enqere 37, Entalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balikesir 9, Bilecik 2, Çewlig 3, Bitlîs 3, Bolû 3, Burdur 3, Bûrsa 21, Çeneqqele 4, Çanqiri 2, Çorûm 4, Denîzlî 7, Dîyarbekir 12, Edîrne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 5, Eskişehir 7, Entab 14, Gîresûn 4, Gumuşhane 2, Colemêrg 3, Hetay 10, Isparta 4, Mêrsîn 13, Stenbol 96, Îzmîr 28, Qers 3, Qestemonû 3, Qeyserî 10, Kirikkale 3, Kirşehir 2, Qocaelî 14, Qonya 15, Kutahya 4, Meletî 6, Manîsa 10, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mûxla 8, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîgde 3, Ordu 6, Rize 3, Sakarya 8, Semsûn 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekirdax 8, Toqat 5, Trabzon 6, Dêrsim 2, Riha 15, Uşak 3, Wan 8, Yozgat 3, Zonguldax 5, Aksaray 4, Bayburt 1, Karaman 3, Kirikkale 3, Êlih 5, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Îdir 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kîlîs 2, Osmance 4, Duzce 3.
Enqere wê bibe 3, Bûrsa bibe 2, Stenbol bibe 3, Îzmîr jî bibe 2 herêman. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.
Seroka Malbat û Pîrekana HUDA PARê Aynur Sulun di daxuyaniya xwe ya derheqê panela ‘Kelha Dawî Malbat’ ku li Enqereyê wê 23ê Sibatê roja Yekşemê çêkin de peyivî o got, “Tenê kelheyekê me, tenê sitegehekê me ma, ew jî malbat e. Malbata me bi talûkeyeke mezin re rûbirû ye…”
Mufîd Yukselê Lêkolîner-Nivîskar, di axaftina xwe ya ku li komxebata HUDA PARê kir de got, “Pirsgirêkên etnîkî yên ku îro netew dewlet anîne, nexweşiyeke sedsala borî ye.ev pirsgirêkan ne bêçareserîyêne. Divê fersende neyê dayîn kes, camîa û komên ku ji vê bêçareserî û pevçûnê fêdeyê dibînin.”