Li Entabê şekirên eydê li dikanan cihê xwe girt

Li bazara dîrokî ya Entabê amadekariyên Cejna Remezanê ya ku tê kirin bi dawî bûn.
Şekirên ku di cejnê de di nav xwarinên herî populer de ne, bi şeklên xwe yên rengîn amade ne ku li ser maseyan werin dîtin.
"Me amadekariyên xwe yên cejnê temam kirin"
Dikandar Akîn Ozdede, diyar kir ku wan îsal jî mîna her sal dest bi firotina şekiran kiriye û got, "Me amadekariyên xwe yên ji bo şahîya cejnê qedandin, em li benda mişteriyên xwe ne. Êdî endîşedarîya cejnê dê ji bo gel dest pê bike. Çeşîdên me yên bi kalîte, çeşîdên çîkolata, şekirên delal û loqim amade ne. Hemû çeşîdên baharatan hene, niha sekanîyek heye, lê bi hêvî me ku di rojên pêş de baştir bibe, em difikirin ku dê tevgerek çêbibe."
"Fîyet li gorî sala borî heman in"
Ozdede, diyar kir ku fîyeta şekir zêde zêde nebûye û wiha got: "Di navbera par û îsal da ferqeke mezin tuneye. Di navbera par û îsal da 10 lîre û 20 lîre ferq heye. Fîyeta şekirê ku par di navbera 180 û 200 lîreyan da bû, îsal jî di navbera 200 lîreyî û 220 lireyî da diguhere."
"Em di danûstandinê de dîqetê boykotê bikin"
Ji welatiyên ku ji bo danûstandinê çûbûn çarşîyê, diyar kir ku divê boykot bidome û wiha got: "Em ji bo Cejna Remezanê derketina çarşîyê. Bazara me pir qelebalix e. Em amadekariyên kel û pelan dikin. Divê em van amedekariyên xwe ji roja dawî re nehêlin. Werin em hewl bidin ku malên wan zalimên ku bi malên boykotê xûşk û birayên me yên Filistînî şehîd dikin nestînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrîşek mezin li dijî Tevgera Ensarullah a Yemenê pêk anîne.
Bi biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di hejmara wekîlên Enqere, Mûgla, Riha, Erzirom, Yozgat û Bayburt de bên hilbijartin de, guhertin hatin kirin.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Kongreya Asayî ya 8emîn de careke din wek Serokê Giştî yê AK Partîyê hat hilbijartin gerîya û wî pîroz kir.