Ciwanên ku li hemberî qirkirina sîyonîstan a li Filistînê bê deng neman, di nimêja sibê de li hev kom bûn û ji bo Qudsê meşiyan.
Bi sedan endam û dildarên partiyê di çarçoveya bernameya ku ji teref Şaxên Ciwanên HUDA PARê ve hat tertîpkirin de li Mizgefta Kuçuk Mecîdiyeya Beşîktaşê hatin cem hev, nimêja sibê bi cemaetê re kirin û dû re li Parka Yildizê bi temaya "Meşa Qudsê" meşek li dar xistin.
Ciwanên ku hatin cem hev di meşa ku Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn û gelek kesên ji rêvebiriya parêzgehê jî beşdar bûn, ji bo ku zilma li ser axa Filistînê û li hemû bajarên mezlûm bi taybetî li Xezzeyê bi dawî bibe dua kirin.
“Hin ciwanên me ji 50 kîlometre dûr hatin vir”
Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn piştî meşê ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û got, “Weke Serokatiya Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê me vê sibê ji bo ku ciwanên xwe di fealiyetên civakî de bînin cem hev çalakiyek li dar xist. Piştî nimêja sibê ya bi cemaetê re me li parka li kêleka mizgeftê meşeke bi navê “Meşa Qudsê” kir. Quds û Mescîda Eqsayê divê di rojeva me de be û li hemû qadên jiyana me belav bibe da ku di ciwanên me de hişyariya Qudsê çêbibe. Me ev meş li dar xist da ku em fêm bikin Quds niha di bin îşxala siyonîstan de ye, mucadeleya li Xezzeyê bi bedelên mezin tê kirin û em bidin zanîn ku mucadeleya li wir ji bo azadiya Quds û ummetê ye. Hin ciwanên me ji 50 kîlometre dûr hatin vir. Ez spasiya wan hemûyan dikim. Bi hêviya ku em wek midûriyeta parêzgehê çalakiyên wiha yên civakî bidomînin û em bi hev re kar bikin ku ciwanên xwe hem di warê madî û hem jî di warê manewî de pêş bixin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kabîneya Serokomariyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Di serdema Muhammed Mursî de li Misirê parlamenter û Serokê Muesseseya Meydanê Dr. Riza Fehmî ligel heyeta pê re Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ziyaret kir.
Serokkomar Erdogan got, “Em hêvî dikin ku her kes zanibe ku di paşeroja Tirkiyeyê de cihê teror û siya wê ya tarî tune ye. Di vî warî de em hêvîdar in ku fersenda dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Gel ve hatiye vekirin, nebe qurbana armancên şexsî.”