Karwana Hêvîyê yê Kolikê ji malbatên mexdûr re xwarinê belav kir

Karwana Hêvîyê yê Kolikê ya Semsûrê, di navbera malbatên mihtac û xwêrxwazan de dibe wek pirê û dilê feqîran germ dike.
Mehmet Sîvîlê Serokê Karwana Hêvîyê yê Kolikê destnîşan kir ku ew di lazimatîyên mihtacan de ji wan re dibin alîkar.
Sîvîl di axavtina xwe de weha got, “Dînê Îslamê dînê biratî û alîkarîyê ye. Em jî wek Misilmanan bi cih anîtina lazimatîyên van birayên xwe mesul in. Dînê me ji me re emr dike ku ji nîjad û rengê mihtac nenêre û xwedî li wan derkeve. Em jî li gorî bawerîya xwe cehd dikin ku xwe bighêjînin mihtacan. Kolik navçeye lê li gorî gelek bajaran nifûsa wê zêdeye, ji ber vê yekê em pirî caran nikarin bighêjin mirovên mihtac. Ji ber vê yekê bila birayên me jî him ji bona alîkarîya ji me re û him jî ji bona axiretê xwe înfaq, sedeqe û zekatên xwe bidin sazîya me ku em jî bighêjînên birayên xwe yên mihtac.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şeva Regaîbê ya ku roja Pêncşema ‘ewil a meha Recebê ye, “şeva rehmet û bereket” tê qebûlkirin.
Sabûnên ku li Mêrdînê tên çêkirin û aîdê wê herêmê ne him li herêmê him jî ji dinyayê gelek eleqeyê dibîne û ji çar alîyê dinyayê re tên firotan.
Qesra Ishaq Paşa ya ku li navçeya Bazîda Agirî ye û wek roja ku hatiye lêkirin li ser pîyan disekine bi mija ku tesîrdar bû hat xemilandin.