Êrîşên Ensarullahê yên li dijî Erebistana Siûdî berdewam dikin
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Tevgera Ensarullah a Yemenê Yahya Serî, derbarê pevçûnên bi Erebistana Siûdî re daxuyaniyek da.
Berdevk Serî diyar kir ku wan bi mûşekeke balîstîk a ku Balafirgeha Navneteweyî ya Qral Xalid a li Riyadê hedef girtiye operasyon pêk anîne û mûşek bi rastî li hedefa xwe ketiye.
Yahya Serî diyar kir ku piştî operasyona leşkerî di trafîka balafirgehê de astengî çêbûne, û hişyariya xwe ji hemî şîrketên hewayî yên navneteweyî re dubare kir ku seferên xwe yên bi rêya qada hewayî ya Siûdî bidomînin.
Berdevkê hêzên çekdar ên Ensarullahê tekez kir ku ji bilî qada hewayî ya li ser Mekke û Medîneyê, qada hewayî ya Siûdî ji bo operasyonên leşkerî bûye qadeke vekirî.
Berê jî, Ensarullah bi rêze dronan Balafirgeha Qiral Xalid a li Riyadê hedef girtibû.
Nêzîkî saetekê piştî heman operasyonê, Balafirgeha Qiral Xalid dîsa hate hedefgirtin, vê carê bi mûşekek balîstîk hat hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî rakirina ambargoyên Emrîkayê, Iraqi Airways seferên rasterast bo Îranê ji nû ve dest pê kir.
Sîyonîstên îşxalker li Şerîda Xezzeyê dîsa agirbestê îxlal kirin û êrîşan pêk anîtin, di encama êrîşa îşxalkeran de çar Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Xwepêşandanên lîseyê, ku wekî bertekek li hember kêmkirina budceya perwerdeyê û şert û mercên xirab ên dibistanan dest pê kirin, belavî zanîngehan, dêûbavan û sendîkayên karkeran bûn û bi sed hezaran kes anîn kolanan.