Li bajara Beytullahîmê êsîrekî bi navê Muhammed Cebîr di zindanên îşxalê de şehîd bû.
Rêxistinên mafên însan yê Filistînê, daxuyand ku doh êvarê li bajara Beytullahîma başûrê Şerîaya Rojavayê êsîrekî bi navê Muhammed Yasîn Xelîl Xebîr (22) di zindanên sîyonîstan de şehîd bûye.
Klûba Êsîrên Filistînê, di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ku êsîr Muhammed ji ber îxlalên tibbî şehîd bûye.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve rejima îşxalker 56 êsîran şehîd kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 35 kesan û 111 hezar û 911 kes jî birîndar bûn.
Hêzên berxwedanê, doh di seatên êvarê de li bajaroka Tammuna başûrê Tubasê operasyonek li dar xistin, di encamê de efserekî sîyonîst kuştin û 3 kesan jî birîndar kirin.
Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.
Berdevkê Tûgayên Qessamê Ebû Ubeyde derbarê lihevkirina pevguhertına êsîr û agirbestê de peyamek bi vîdeoyî parve kir. Ebû Ubeyde bal kişand ku hereketa Tofana Eqsayê çehreya hemû herêmê guherandîye û got, her çiqas herbek ne berberî hevdu bû jî ji dijminê sîyonîst re bi komên birayên Filistînî re darbeyên giıran danê. Ebû Ubeyde bag kir ku welatên navbeykar ji bo rejîma sîyonîst goh bide lihevkirinê hewceye zextê bide ser û îfade kir em ê goh bidin lihevkirina agirbestê, îsraîl jî bila goh bide yan na pêvajoya lihevkirinê îxlal bikin wê têkeve talûkeyê.