Îngilistan malbatên dîplomatên xwe ji Tel Aviv û Qudsê vedikişîne

Piştî êrîşên tolhildanê yên Îranê li ser rejîma sîyonîst, Îngilistanê malbatên karmendên xwe ji Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv û Konsulxaneya xwe ya Qudsê bi awayekî demkî vekişand. Hikûmeta Îngilistanê hişyariya xwe ya seyahetê ji bo axên Filistînî yên îşxalkirî jî nû kir.
Piştî êrîşên mûşekî yên balîstîk û bêmirov ên Îranê li ser rejîma sîyonîst, Îngilistanê malbatên dîplomatên ku li herêmê xizmet dikirin ji ber sedemên ewlehîyê vekişand.
Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê ragihand ku malbatên karmendên Balyozxaneya Tel Avîv û Konsulxaneya Qudsê wek tedbîrek pêşîlêgirtinê bi demkî ji welat hatine derxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Balyozxane û konsulxane erkên xwe yên dîplomatîk ên bingehîn pêk tînin." Hate diyarkirin ku her çend nûnertiyên dîplomatîk xebatên xwe berdewam kirin jî, ji ber aloziyên li herêmê valakirin pêwîst hat dîtin.
Bang li welatiyên Îngilizî: Hebûna xwe ragihînin
Wezaretê bang li welatiyên Îngîlîzî yên li axên Filistînî yên îşxalkirî û deverên di nav sînorên rejîma sîyonîst de kir ku cihê xwe ji nûnertiyên dîplomatîk re ragihînin. Her wiha hişyariya seferê nû kir û tekez kir ku divê ji hemî serdanên herêmê dûr bisekinin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Balafirgeha Ben Gurion a Tel Avîvê girtî ye û geştên bazirganî hatine rawestandin, û kesên ku dixwazin ji herêmê derkevin dikarin deriyên sînor ên Urdun û Misirê bikar bînin.
Lêbelê, hate destnîşankirin ku ev deriyên sînor ewle nînin, û hişyarî jî tê de bû: "Her çend deriyên sînor ên bejahî yên bi Urdun û Misrê re vekirî bin jî, dibe ku bêyî hişyariyekê werin girtin. Berî ku hûn dest pê bikin, agahdariya rêwîtiyê ya heyî kontrol bikin."
Pêşî ji Tehranê vekişiyan
Li gorî raporên di çapemeniya Îngîlîzî de, pêvajoyeke valakirinê ya bi heman rengî beriya êrîşên hewayî yên rejîma sîyonîst li ser Îranê jî pêk hatibû. Li gorî rojnameya The Telegraph, malbatên karmendên Balyozxaneya Îngîlîzî li Tehranê jî ji bo êrîşeke muhtemel pêşwext ji herêmê hatibûn derxistin.
Ev gava hikûmeta Îngilistanê nîşan dide ku ew ji bo îhtîmala veguherîna pevçûnê bo şerekî herêmî amade ne. Rêveberiya Londonê, ku pêşketinan ji nêz ve dişopîne, tedbîrên ewlehiyê gihandiye asta herî bilind. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di çarçoveya pêla operasyona nû ya Îranê de, baregehên îstîxbarat a li Gliotê rasterast hat hedefgirtin. Bi tevê vê derbeya ku li dilê sîyonîstan ket, “Qubbeya Hesinî” carek dinê jî bû wek kefgîrê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, got ku veguhertina rejima bi zorê ya li Îranê xeletîyekî stratejîk e.
Îranê piştî ku rejima îşxalker televîzyona dewletê ya li Tehranê xist çend fûzeyên balîstîkî ji Tel Avîvê re şand. Rejima îşxalker jî êrîşên xwe yên li dijî Tehranê û Tebrîzê didomîne.