Îranê li Kendava Ummanê tankereke petrolê ku 6 milyon lître sotemeniya qaçax hildigirt, rawestand
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.
Serdozgerê Wîlayeta Hurmuzganê Kahramanî ragihand ku di operasyonekê de li peravên Behra Erebî tankereke petrolê ya biyanî ku 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hildigirt, hatiye rawestandin.
Kahramanî diyar kir ku rayedarên dadwerî di encama xebatên teknîkî û îstîxbaratî de keştî tespît kirine û tankerê hewl daye ku çalakiyên xwe yên qaçaxçîtiyê bi girtina hemî pergalên xwe yên navîgasyon û alîkariya navîgasyonê veşêre.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsînên qanûnî hatine destpêkirin û keştî û sotemeniya qaçax hatine desteserkirin. Rayedarên Îranê tekez kirin ku dê kontrolên li dijî bazirganiya sotemeniya neqanûnî li herêmê bi biryardarî berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.