Îran: Rejîma sîyonîst û Emrîka ew ê bedela giran bidin

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand ku bi tevî rejima sîyonîst Emrîka jî li pişt êrîşa Tehranê ye. Berdevk bal kişand ku her du welat ew ê "şîrmaqek mezin" bistînin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê, Tuxgeneral Ebulfazl Şikarçî ragihand ku rejîma sîyonîst di êrîşên xwe yên hewayî yên dawî yên li ser Îranê de bi tena serê xwe tevnegeriyaye û ev êrîş bi piştgiriya Emrîkayê hatine kirin.
Şikarçî di axaftina xwe de ji televîzyona dewletê ya Îranê re got, "Êrîş ne tenê karê rejîma sîyonîst in. Ev êrîşên terorîstî bi îstîxbarata rasterast û piştgiriya lojîstîkî ya Emrîkayê hatine kirin."
Tuxgeneral Şîkarçî bal kişand ku Îran piştî êrîşan amadekariyên tolhildana stratejîk dike û got, "Emrîka û rejîma sîyonîst ew ê ji bo vê xiyanetê bedelên giran bidin. Em ê şîrmaqekî xurt û nayê jibîrkirin bidin wan."
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser axa Îranê bûn sedema şehîdbûna çend kesayetên leşkerî yên pilebilind û zanyarên navokî. Hikûmeta Îranê êrîşan wekî "kiryarek şer a dijminane ku bi eşkereyî qanûnên navneteweyî îxlal dike" bi nav kir û ew wekî komployek ji bo hedefgirtina aramiya herêmê bi nav kir.
Tuxgeneral Şîkarçî jî xîtabî gelê Îranê kir û got, "Xwîna şehîdên me ew ê li erdê nemîne. Divê dijminên me bizanin ku miletê Îranê teslîm nabe; berevajî vê, ew bersiva êrîşan dide û her tim li kêleka mezlûman li dijî zordaran radiweste."
Wezareta Parastinê ya Îranê ragihand ku piştî êrîşan rewşa hişyariya bilind berdewam kiriye, pergalên parastina hewayî hatine aktîfkirin û hemû yekîneyên leşkerî li hember gefên muhtemel di hişyariyê de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.