Îşxalkerên sîyonîst êrîşeke gur li ser Libnanê pêk anîtin

Artêşa îşxalê, ji başûrê Libnanê re êrîşeke asîmanî li dar xist.
Li gorî xebera ajansa Xebera Libnanê NNA, balafirên herbê yên aîdê rejima îşxalker, li dijî Kefermelîka bajara Nebatîye, herêma Îklîm et-Tuffahê, Gelîyê Ez-Zerarîye, bajarokên Reddî, El Matarîyye, Burc Rahhal û Erzîya herêma El Qasîmîyyeyê êrîşeke gur li dar xistin.
Artêşa îşxalê îfade kir ku li bajaroka Bevadîyê 3 êrîşên asîmanî li dar xistin.
Xeyn ji vêya artêşa îşxalê derheqê meseleyê de daxuyanîyek da û îfade kir ku li başûrê Libnanê û herêma Bekaayê noqteyên aîdê Hîzbullah, cîhên stratejîk û depoyên Hîzbullahê hatin hedefgirtin.
Artêşa îşxalker digel agirbesta ku di 27ê Mijdara 2024an de ketibû merîyetê tim û tim agirbestê îxlal dike û li başûrê Libnanê êrîşan pêk tîne.
Ji agirbestê vir ve di êrîşên rejima îşxalker de 3 hezar îxlal hat qeydkirin, di vê pêvajoyê de jî herî kêm 213 kes canê xwe ji dest dan, 508 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê gihîşt 78 kesan.
Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 136 hezar û 617 kesan.
Rejima îşxalker, ket nav herêma Kuneytraya Sûrîyeyê û 3 kesan desteser kir.