Îşxalkeran li Nablusê ciwanek esîr girtin û zarokek jî lêdan
Hêzên îşxalker ên sîyonîstan li Nablusê malek dorpêç kirin û girtin, ciwanekî Filistînî esîr girtin. Di dema serdegirtinê de kurekî 14 salî hate lêdan û birîndar kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, hêzên îşxalker li Kolana Qudsê ya nêzîkî Kampa Penaberan a Balata ya li rojhilatê Nablusê bi ser malekê de girtin.
Li gorî agahiyan, hêzên taybet ketine herêmê û mala malbata Ebû Leyl dorpêç kirine, piştî vê yekê hêzên piştgiriyê jî şandine cihê bûyerê. Li gorî agahiyan, di dema serdegirtinê de ciwanê Filistînî Ferec Ebû Leyl esîr hatiye girtin.
Rêveberê Navenda Alîkariya Bilez û Ambûlansê ya Heyva Sor a Filistînê li Nablusê ragihand ku di êrîşa hêzên îşxalker de zarokekî 14 salî hatiye lêdan û rakirine nexweşxaneyê.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku di dema êrîşê de tevgera leşkerî ya dijwar hebû û li derdora wê rageşî zêde bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Îranê ragihand ku seferên asmanî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îmaratê de, ku hatibûn sekinandin, vê hefteyê ew ê ji nû ve dest pê bikin.
Serokwezîr Zeydî tekez kir ku li derveyî saziyên dewletê çek nayên bikaranîn.
Siyonîstên îşxalker sê êrîşên bejayî yên cuda li deverên gundewarî yên Dera û Quneytrayê yên Sûrîyeyê kirin, û ketin nav wargehên sivîlan.