Li El Xelîlê ciwanekî Filistînî şehîd bû
Îbrahîm el-Heyat ê 16 salî ku di êrîşa îşxalkerên sîyonîst ên li ser bajarê Xelîlê de bi giranî birîndar bûbû, şehîd bû.
Li bajarê El Xelîlê yê Şerîaya Rojava, di êrîşeke ku ji aliyê îşxalkerên siyonîst ve hat kirin de zarokek hat şehîdkirin. Îbrahîm Ebdulfettah El-Heyyatê 16 salî ji ber birînên giran ên ku ji ber guleyên îşxalekran wergirtibû şehîd bû.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, El-Heyat ku rakirine nexweşxaneyê, digel hemû midexeleyên tenduristî canê xwe ji dest da.
Şahidan ragihandin ku hêzên îşxalker bi gelek wesayîtên leşkerî êrîşî navçeya El-Hewuz a bajêr kirin, rêyên sereke girtin û dikandar neçar kirin ku karên xwe bigirin.
Di êrîşê de du Filistîniyên din birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Her wiha hat ragihandin ku hêzên îşxalker Filistîniyekî ku navê wî nehatiye zanîn esîr girtine.
Di dema serdegirtinê de, îşxalker ketin malên derdorê û deriyên Komeleya Xêrxwaziyê ya Îslamî bi kemberê girtin û avêtin ser wê, ku xizmetê ji sêwiyan re dike. Her wiha hat ragihandin ku deriyên peymangeha perwerdehiya pîşeyî, ku berê jî hatibû hedefgirtin, bi zorê hatine girtin.
Hat ragihandin ku îşxalker li ser banên avahiyên nêzîk hilkişiyane, êrîşî klînîkeke tenduristiyê û gelek kargehan kirine, zirarê dane milkê Filistîniyan û bi birîna kabloyên kamerayên ewlehiyê herêm wêran kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.