Serokwezîrê Lubnanê Selam: Başûrê welêt dê tenê nemîne.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam diyar kir ku başûrê Lubnanê li hember êrîşên rejîma îşxalker bi tenê nayê hiştin û banga yekîtiya neteweyî kir.
Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên rejîma îşxalker û vegera koçberan bo ser axa xwe, yekîtiya neteweyî pir girîng e û got ku "başûrê Lubnanê careke din bi tenê nayê hiştin."
Di daxuyaniyekê de ku beriya salvegera şerê navxweyî yê Lubnanê hat dayîn, Selam got, "Her kesê ku piştgiriyek ji derve xwest û difikirî ku ev piştgirî ji bilî alîkariyê ti armancek din tune bû, şaş bû û xwe di lîstikek ji ya ku texmîn dikir pir mezintir de dît."
Selam diyar kir, "Erkê me yê neteweyî ye ku em tekez bikin ku başûrê Lubnanê careke din li hember tirs, wêranî û fikarên li ser pêşerojê bi tenê nayê hiştin. Parastina başûr, mîna parastina hemû Lubnanê, tenê bi dewletek yekane, bihêz û dadperwer dikare were bidestxistin."
Selam got ku ew ê ji bo rawestandina êrîşan, garantîkirina vekişîna rejîma îşxalker ji Lubnanê û vegerandina koçberan bo ser axên xwe bixebitin, û banga yekîtî û hevgirtinê kir da ku dewletek bihêz ava bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.
Li Lucknow a paytexta wîlayeta Uttar Pradesh a Hindistanê, di şewateke li navendeke perwerdehiya anîmasyonê ya sê qatî de herî kêm 14 kes mirin.
Ukraynayê ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî peymanek bi Elmanya re îmze kir.