Rûsya êrîşê Dmiproyê kir: 1 mirî, 5 birîndar
Di 30ê Nîsana 2026an de, êrîşeke asmanî ya Rûsyayê li ser bajarê Dnipro yê Ukraynayê çêbû û di encamê de kesek mir û pênc kes jî birîndar bûn.
Li gorî Ajansa Anadoluyê û çavkaniyên herêmî, êrîşê tesîseke binesaziyê hedef girt, lê wargeh û avahiyên sivîl ên derdorê jî zirar dîtin.
Waliyê herêma Dnipropetrovskê Oleksandr Hanzha ragihand ku ekîbên tenduristî li birîndaran nihêrtine û wan tedawî kirine.
Dnipro di hefteya dawî ya Nîsanê de rastî êrîşên dijwar ên bi mûşek û dronan hat. Bi taybetî, di êrîşên 25ê Nîsanê de li seranserê bajêr 10 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Efxenistanê ji bo nûavakirina rêyan peymanek mezin îmze kir ku fîyeta wê nêzîkî 20 milyon dolarê Amerîkî ye.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim ragihand ku di hevdîtinên bi Qeter, Misir û Tirkîyeyê re derbarê pêkanîna plana aştiyê ya ji bo Xezzeyê de lihevkirinên girîng hatine kirin. Qasim diyar kir ku divê navbeynkar zextê li rejîma sîyonîst bikin da ku pêvajo ber bi pêş ve biçe.
Pêla germahiyê ya zêde li seranserê Fransayê bûye sedema mirinan. Ji dawiya hefteyê ve sêzdeh kes piştî ku ji bo sarbûnê ketine nav avê mirine û li piraniya welat asta hişyariya herî bilind hatiye ragihandin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara şehîdên li welat di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 4 hezar û 175 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 12 hezar û 164 kesan.