Îşxalkeran li Şerîaya Rojavayê avêtin ser malan

Rejima sîyonîst a îşxalker, li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê, leşkeran davêjin ser malan, di encamê de gelek Filistînîyan êsîr girtin. Êrîş û zext li Nablus, Beyt Furik û El Xelîlê zêde bûne.
Rejima îşxalê ya sîyonîst li herêmên cuda yên şerîaya rojava gelek sergirtin pêk anît. Di sergirtinan de gelek Fîlîstînî êsîr hatin girtin.
Sergirtin bi taybetî li bajarên Nablûs, Tûlkerîm, Ramallah, Beyt Fûrîk û li El Xelîl tên kirin.
Li bajarê Nablûsê artêşa îşxalê li gelek taxan û Kampa El Ayneyê sergirtin pêk anît. Bi berfirehî li malan lêgerîn hat kirin.
Di nav kesên ku êsîr hatine girtin de, ji Kampa El Ayneyê Saîd Muhammed Ebû Yûnûs û Hamza Merûq û li herêma çiyayî bakûr Ahmed Behş jî hene.
Rejima îşxalê herwiha li bajaroka Beyt Furîkaya rojhilatê Nablûsê jî sergirtin pêk anît. Di vê sergirtinê de jî du Fîlîstînî êsîr hatin girtin.
Li bajare El Xelîlê jî li gundê Amel Hirê di sergirtinê de 8 kes êsîr hatin girtin.
Di nav van kesan de 4 êsîrên berê yên Fîlîstînê jî hene.
Ji meha Cotmeha sala 2023an vir ve li Şerîaya Rojava û Qudsê, di êrîşan de 6 hezar Fîlîstînî şehîd bûne 7 hezar û 500 kes jî birîndar bûn.
Zêdeyî 15 hezar kes jî êsîr hatine girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji Xezzeya ku divê rojane 800 qamyon bikeve hindir re, tenê qasî 5 qamyonan alîkarî ji hewayê hat şandin, ev jî bû sedema nerazîbûnê.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 60 hezar û 332an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 147 hezar û 743 kesan.
Mezintirîn şîrketa rafineriya petrolê ya Pakistanê, Cnergyico, dê di Cotmehê de 1 milyon bermîl petrola Navînî ya Teksasa Rojava ya Emrîkayî (WTI) îtxal bike.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, biryara ku ew ê ji hilberînên ji Tirkîyeyê re têne îthalkirin re ji sedî 15 baca gimrikê bê anîtin erê kir. Hat desntîşankirin ku ew ê ev biryar di nav 7 rojan de bikeve merîyetê.