Îşxalkeran li Xezzeyê 2 sîvîlan qetil kirin
Li Abasan El Kebîraya li rojhilata Xan Yûnisê komeke sîvîl bûn hedefê sîyonîstan, di encamê de 2 kes şehîd bûn, kesek jî birîndar bû.
Hat îfadekirin ku êrîş bi ÎHAyê hat kirin, li gorî agahîyan rejima îşxalker bi ÎHAyê li ser komek sîvîlan bombeyan avêtin.
Nexweşxaneya Nasrê daxuyand ku di êrîşê de 2 kesên ku şehîd bûne û kesekî yê ku birîndar bûye ji nexweşxaneyê re hatine anîtin.
Çapemenîya mehellî îfade kir ku hêzên îşxalker li dijî herêmên rojhilat a Xan Yûnisê bênavber û bi şekleke gurr bi tivingên otomatîkî êrîşan pêk anîtine.
Keştîyên rejima sîyonîst jî li peravên Refahê bombeyan avêtin.
Ji 11ê Cotmehê vir ve di encama îxlalkirina agirbestê ya rejima îşxalker 93 sîvîl şehîd bûn, 324 kes jî birîndar bûn, cenazeya 464 kesan jî ji bin kavilan hatin derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Misirê, ji bona ku tevlî lêgerîna êsîrên îşxalker bibînin ekîbek nû ya ekskavatoran şandiye Xezzeyê.
Ji ber ku li Elmanyayê şoba mirîşkan zêde bûye, heta niha 400 hezar mirîşk, werdek, qaz û elok hatin telifandin.
Artêşa rejima îşxalker, li Libnanê bi ÎHAyan êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.